‘Divê parlamenterên jin ji bo guherîna Zagona Rewşa Kesane têbikoşin’
Lêkolîner û şêwirmenda siyasî Munîre Ebubekîr bi nêzbûna hilbijartinên Iraqê anî ziman ku ji n nikarin bi vîna xwe ya azad deng bidin û got ku di parlementoyê de dibê parlementerên jin ji bo guherîna Zagona Rewşa Kesane têbikoşin.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Biryar hat girtin ku hilbijartinên heyama 6’emîn ên parlamentoyê li Iraqê di 11’ê Mijdarê de werin lidarxistin. Hat ragihandin ku ji 7 hezar û 863 namzedan, tenê 2 hezar û 248 jin in. Hejmara namzedên jin ên li Herêma Kurdistanê gihîşt 144’an. Ruxmê nûnertiya kêm a jinan a di qadên siyasî de û hebûna pergala serdestiya mêr, namzedên jin ên ku beşdarî hilbijartinan dibin, bi performans û xebatên xwe hewl didin di parlamentoya Iraqê de kursiyan herî zêde bi dest bixin. Her wiha bang li dengdarên jin dikin ku ji bo bidestxistina mafên jinan û xebata li ser pirsgirêkên jinan, dengê xwe bidin namzedên jin. Bi vî awayî, wê parlamenterên jin bikaribin di parlamentoyê de li dijî guhertinên qanûnî yên mîna Zagona Rewşa Kesane ya mafên jinan sînordar dikin, derbikevin.
‘Namzedên jin hewl didin pêşî li tundiya zagonî ya li dijî jinan bigrin’
Lêkolîner û şêwirmenda siyasî Munîre Ebubekîr Muhammed, diyar kir ku di encama lihevkirinên di navbera blokên siyasî de Zagona Rewşa Kesane ji nû ve ji bo pêkanînê hatiye rojevê û ev zagon dibe sedem ku jin bi tundî û binpêkirinên mafan re rû bi rû bimînin. Munîre Ebubekîr Muhammed, wiha axivî: "Pejirandina vê zagonê di parlamentoyê de, bû sedem ku jin 100 sal paşve biçin. Ev zagon, destûrê dide ku zarokên 9 salî bên zewicandin û hem ji aliyê fizîkî ve hem jî derûnî ve zirarek mezin dide zarokan. Ev zagon dibe sedem ku jin ji cih û warê xwe bibin û gelek jinan neçar bimînin li cihekî bigerin. Her wiha ev zagon, mafên jin û zarokan binpê dike. Girtina mafên jinan, tenê bi riya parlamenterên jin pêkan e.”
Têkoşîna ji bo guherîna Zagona Rewşa Kesane
Munîre Ebubekîr Muhammed, da zanîn ku divê namzedên jin ên di hilbijartinên Iraqê yên nêz dibin de ji bo guhertina Zagona Rewşa Kesane hewldanên mezin bidin û axaftina xwe wiha domand: "Zagona heyî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê êdî ji bo jiyana nûjen ne guncaw e. Divê ji bo ku jin bikaribin li ser axa xwe bi awayî azad bijîn û neçar nebin koçî welatên din bibin, pêwist e parlamenterên jin, ji bo guhertina Qanûna Bi Hejmara 188’an a sala 1959’an têbikoşin lewma divê bi taybetî dengdarên jin, dengê xwe bidin namzedên jin ên xwedî tecrube û parastina mafên jinan dikin.”
‘Divê jin bi îradeya xwe bibin namzed û lîsteya ku dixwazin hilbijêrin’
Munîre Ebubekîr Muhammed, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hê jî gelek jin di bin zexta mêrên di malbatên xwe de neçarî dengdayînê tên kirin. Divê jin bi îradeya xwe bibin namzed û lîsteya ku dixwazin hilbijêrin. Bi vî awayî dikarin jinên xwedî hişmendî yên mafên wan biparêzin bişînin parlamentoyê. Divê parlamenterên jin, di çarçoveya qanûnê de hem di qada civakî de hem jî aborî de ji bo dabînkirina pêdiviyên jinan bixebitin. Lewma, pêwist e namzedên jin çalak, bi biryar û girêdayî têkoşîna civakî bin."