"Divê li ser dewleta Tirk lêpirsîn bê destpêkirin"

Ji aliyê dewleta Tirk ve bikar anîna çekên kîmyewî li Şengalê bidaxuyaniyek hat şermezarkirin.

Şengal – Dayikên Şengalê û Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyek êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Hêzên Parastina Gel, bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexeya navneteweyî û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê yekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bang li saziyên parastina mafê mirovan û neteweyên yekgirtî hat kirin da ku van êrîşên hovane bisekinîn. Komîteyê diyar kir dewleta Tirk li her derê sûcên şer dike.

“Em ê berxwedana xwe bidomînin”

Beriya daxuyaniyê bê xwendin li ser navê malbatên şehîdên Şengalê Meyan Nasir axivî. Meyan Nasir sersaxî ji malbatên hemû şervanên ku di encama çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane re xwest û got, “Pêşî van şervanan alîkariya me kirin. Em ê vê ti carî ji bîr nekin. Dîsa em ê pêkanînên dewleta Tirk ji bîr nekin, em ê tu carî ji bîr nekin ka em çawa kuştin û gerîlayên me çawa bi kîmyewî qetil kirin. Em ê bi hev re li dijî hemû fermanên ku li ser me tên kirin berxwedana xwe bidomînin." “Em weke dayikên Êzidî heta dawiyê li pişt gerîla ne. Ji ber ku em niha bi saya gerîla dijîn.” Meyan Nasir bi bîr xist ku şervanên HPG û YJA Starê ew rizgar kirine.

“Êriş li dijî mirovahiyê ye”

Di daxuyaniya Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê de hat destnîşankirin ku bikar anîna çekên kîmyew3i êrişek li ser tevahî mirovahiyê ye wiha hat gotin; “ Em êrişên bi çekên kîmyawî li himberî gerîlayên azadiya Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk  ve têne bikaranîn şermezar dikin. Ev coreyên çekan  li her dera cîhanê hatine qedexekirin û rê bi karanîna wan nayê dayîn. Dema li cihekî çekên qedexe bêne bikaranîn dinya qiyametê  radike, lê ji ber ku ev çek niha li dijî gerîla têne karanîn raya giştî ya cîhanê bêdeng e.

Dewleta Tirk di dîroka  xwe de  bi berdewamî  ev karên li dijî mirovahiyê li ser gelên herêmê pêk anîne. Di serî de Netewên Yekgirtî û saziyên parastina mafê mirovan li himberî dewleta Tirk bê deng mane, ev jî dibe sedem ku dewleta Tirk êrîşên xwe berfireh bike.

Dewleta Tirk ne tenê li himberî gerîla sûcê şer dike belkû li himberî civaka Êzidî û taybet komîteya Tendûrsitî  a Şengalê jî ev yek hatiye kirin. Di 17’ê Tebaxa 2021’an de li ber çavê hikûmeta Iraqê nexweşxaneya me ya Sikêniyê ji aliyê heman hêzan ve hate hedefgirtin û di encamê de 8 hevalên me kedkarên vê civakê şehîd ketin.

Em bang li hemû saziyên  parastina mafê mirova dikin bila rê liber van êrîşa bigirin û bi erka xwe rabin. Ev êrîşên li ser gerîla têne kirin li dijî tevahiya mirovahiyê ne.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.