‘Divê jin li dijî êrişan xwe bi rêxistin bikin’

Mamosteya Zanîngehê Şadiye Ebubekir diyar kir ku li dijî êrişên li ser jinan hişyarî û rewşenbîrî ji bo jinan gelek girîng e û divê jin xwe bi rêxistin bikin.

NÎHAYET EHMED

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê êrişên li dijî jinan ên xwe dispêre mêr-dewletê her ku diçe zêde dibe. Mamosteya Zanîngehê Şadiye Ebubekir der barê êrişên li ser jinên Başûrê Kurdistanê, girîngiya xweparastina jinan de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku jin divê li dijî êrişan xwe rêxistin bikin û di aliyê fikir de azad bibin.

 ‘Divê jin di aliyê fikir de azad bin’

Şadiye Ebubekir bal kişand azadbûna jinan a di aliyê fikrî de û wiha got: “Piştî şoreşa çekdarî pêwîstî bi şoreşa fikrî heye ji ber şoreş tenê bi awayê çekdarî nabe, di aliyê fikir, hêz û îrade de dibe. Divê di aliyê fikir de jin azad bin. Girîngî bidin fikrên xwe yên rewşenbîr. Her wiha gelek girîng e di aliyê rewşenbîrî de jin bibe xwedî fikir û îradeya bi hêz, da ku bikaribe gavek rast bavêje. Ji ber şerê çekdarî jî ger fikir û îdeolojiyek nebe, ew şoreş wê hilweşe. Serkeftin bi dest nakeve. Ji ber hemû pêşîlêgirtin divê raboriyeke wê hebe û ew raborî îrade û fikir bi hêz dike.”

‘Sîstema sermayedar ji hêza jinan ditirse’

Şadiye Ebubekir wiha domand: “Sîstema sermayedar qeyranên yek li pey yekê derdixe û armanca wê ew e ku jinan bi sîstema sermayedar ve girê bide û bi kar bîne. Desthilatdariya sermayedar bi xwe wisa kiriye qeyranek ava bike ku çavên jinan li destên mêr be. Jin di civakê de di pileya duyem de be. Ji bo sûd ji fikir û hêza jinan neyê girtin û di qada siyasî, reşenbîrî û aborî de cih negire. Tirsa ji destdana sermayedara xwe heye. Ji ber wê yekê ji hêza jinan ditirsin û van hemû qeyranan ava dikin.”

‘Rewşa jinên Başûrê Kurdistanê xirab e’

Şadiye Ebubekir di berdewamiya axaftina xwe de behsa rewşa jinên Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Rewşa jinan li Başûrê Kurdistan di hemû aliyan de di rewşa herî xirab de ye. Ger em vegerin salên borî her çend jin kêmtir di aliyên cuda û sektorên din de dibînin. Lê belê di aliyê rewşendbîrî de li pêş bû. Zêdetir girîngî dida zanist û xweperwerdekirina fikrî. Niha her dem li ser xaka Başûrê destwerdana dewletên dagirker heye. Bi êrişên li ser jin û çanda Kurdan dixwaze jinên Kurd tune bike. Ev jî beşek jeneosîd e.”

‘Pêwîstî bi hişyarîkirin û xweperwerdekirina fikir û zanistê heye’

Şadiye Ebubekir der barê çareseriya rewşa jinên Başûrê Kurdistanê de wiha got: “Hişyarî û rewşenbîrî ji bo jinan gelek girîng e. Ev du faktor bi hev ve girêdayî ne. Divê jin zêdetir ji bo hişyarî û parastina xwe kar li ser jinbûna xwe bikin, ji bo jin ji rewşa dijwar a li Başûrê rizgar bibin, pêwîstî bi hişyarîkirin û xweperwerdekirina fikir û zanistê heye. Ji ber zagon niha ji bo serweriya jin kar nake û pêwîstî bi hewldan û têkoşînê heye.”