‘Divê ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan sererastkirinên qanûnî bên kirin’

OHD’ê diyar kir ku ji bo banga Rêberê Gelê Kurd jiyanî bibe û riya çareseriyê vebe gava demildest divê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî bibe û got: “Divê ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bên kirin.”

Amed – Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) der barê "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li avahiya şaxa xwe ya Amedê daxuyanî da.

Hevserokên Giştî yên OHD'ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Serhat Çakmak îşaret bi banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a di 27 'ê Sibatê de kir û got ku ew weke OHD’ê ji bo xebatên hiqûqî amade ne.

Metna daxuyaniyê ji aliyê yek ji rêveberên navenda OHD'ê Şevîn Kaya ve hat xwendin. Şevîn Kaya bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û bi gotinên: “Tirkiye di serdemeke krîtîk a avakirina aştiyê û dîrokî de ye” wiha got: “Gotinên birêz Ocalan ên, 'Bêguman di pratîkê de danîna çekan û feshkirina PKK'ê, naskirina siyaseta demokratîk û pêkanînên hiqûqî ferz dike' vegotina pêwîstiya bidawîbûna pevçûnan û teşegirtina pêşeroja hevpar a gelan a li ser bingeha aştiyê ye û bangeke dîrokî ye.”

‘Tecrîd li pêşiya pêşeroja Tirkiyeya demokratîk asteng e’

Şevîn Kaya, da zanîn ku ji bo ketina meriyete ya bangê û xurtkirina diyalog û çareseriya demokratîk gava herî lezgîn rakirina pergala tecrîdê ya Îmraliyê ye û wiha berdewam kir: "Eşkere ye ku ji bo aştiyeke mayînde divê polîtîkayên tecrîdê demildest bi dawî bibin û şert û mercên ku birêz Ocalan bikaribe rola xwe bilîze bên afirandin. Ji vî alî ve divê pîvanên gerdûnî yên hiqûqê û biryara 'hêviyê' ya DMME’ê ya li ser birêz Ocalan ku zêdeyî 10 sal in bi cih nayê anîn, tavilê bi cih bên.

Tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye, di heman demê de li pêşiya siberoja demokratîk a civaka Tirkiyeyê asteng e. Polîtîkayên tecrîdê çareseriyên aştiyane asteng dikin. Weke pêwîstiyeke pergala civakî ya demokratîk, ji bo pêvajoyên diyalog û muzakereyê werin xebitandin divê azadiya birêz Ocalan were misogerkirin û rê li ber bê vekirin ku di vê pêvajoya girîng a jê re hatiye gotin de weke aktorekî aktîf cih bigre.

Weke Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, li ser navê siyaseta demokratîk û avakirina aştiyê, em daxwaza rakirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê weke pêwîstiyeke hiqûqî û mafên mirovan û tavilê bicihanîna sererastkirinên qanûnî yên ji aliyê mafê hêviyê ve tê xwestin, dikin. Em bang li hemû raya giştî û rayedaran dikin ku guh bidin vê banga demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û rêveçûna pêvajoya aştiyê.”

Mafê hêviyê çi ye?

'Mafê hêviyê' dema ku girtî yek ji wan cezayê giran ê muebbetê lê tê birîn, bêyî ku mafê berdana bi şert were girtin e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014'an de biryar da ku 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE) di civîna xwe ya navbera 17-19 'ê Îlonê de biryara binpêkirina DMME’ê nîqaş kir û hişyarî da Tirkiyeyê ku divê tedbîrên pêwîst bêyî dereng werin girtin, nexwe wê di Îlona 2025'an de di civînê de biryareke demkî were amadekirin. Lê belê tevî biryara 'îhlalkirinê' û hişyariyan jî hê tu gav nehatiye avêtin.