‘Divê hikumet ji bo vê banga dîrokî berpirsyariya xwe bi cih bîne’
Jinên li Amedê dijîn diyar kirin ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêka pêvajoyek nû nîşan dide û gotin: “Ev bang ji bo gelan derfetek e divê hikumet berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Amed – Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) roja 27’ê Sibatê li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di heyeta Îmraliyê de Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek, Faîk Ozgur Erol û Ahmet Turk hebûn, piştî hevdîtinê li Stenbolê peyama Abdullah Ocalan hat xwendin.
Abdullah Ocalan, di peyama xwe de behsa riyên siyaseta demokratîk û bihevrebûna Kurd û Tirkan kir, banga çekberdanê li PKK’ê kir. Bi milyonan li ser weşana zindî li peyamê guhdar û temaşe kirin, li bajarên Kurdistanê bi deh hezaran kesên ku li kolanan kom bûn bi hev re li bangê guhdarî kirin.
Di dema daxuyaniya dîrokî de li Qada Şêx Seîd a Amedê kêliyên dîrokî hatin jiyîn. Bi sedan kes beriya daxuyanî dest pê bike li Qada Şêx Seîd kom bûn. Li qada ku heyecan û coşeke mezin hebû, bi taybetî dayikên ku zarokên wan di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane kêliyên hestiyar jiyan.
Li qadê bi daxuyaniyê re bêdengî çêbû, kesên li qadê bala xwe dan ser peyama Abdullah Ocalan, piştî peyam bi dawî bû, dirûşmên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatin avêtin. Jinên Amedî diyar kirin ku banga hatiye kirin derfeteke dîrokî ye divê ji aliyê hemû beşan ve destek jê re were dayîn.
‘Ev bang ji bo gelan derfeteke dîrokî ye’
Ayten Kiliç a ku xizmek wê girtî ye, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo PKK’ê, ji bo hemû aliyan e û got ku banga wî ji bo demokrasiyê derfetek e. Ayten Kiliç wiha domand: “Em destekê didin vê pêvajoya ku birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Ji kîjan alî dibe bila bibe, em naxwazin mirov werin kuştin. Vî gelî bi salan e êşên gelek mezin kişand. Divê êdî ev êş bi dawî bibin. Ji bo herdu aliyan jî em dibêjin êdî bes e. Divê şer bi dawî bibe lê divê dema em bibêjin aştî ew nebêjin şer. Divê em ji bo aştiyê werin ba hev.”
‘Ji bo çareseriyê guh bidin vî bangî’
Huriye Acar a ku ji bo li peyamê guhdarî bike ji Êlihê hatibû Amedê jî diyar kir ku hêvî dike bi vî bangî dawî li êşên bi salan tên kişandin were.
Huriye Acar diyar kir ku weke jineke Kurd wê banga Abdullah Ocalan êrênî dîtiye û wiha got: “Îro rojeke xweş e. Hêvîdar im zulum bi dawî bibe, cîhan ronî bibe û dawî li komkujiyan were. Em weke hemû gelên cîhanê tenê dixwazin nasname û hebûna me were nasîn. Bi salan e vî gelî êşan dikşîne, ji bo dawî li van êşan were çi gav were avêtin êm ê destek bidin.”
‘Divê Kurd yek bin’
Sultan Ozgul a ku bi dayikên aştiyê re li qadê bi tilîlî û dirûşman dengê xwe bilind dikir bal kişand ku bi têkoşîn û berxwedanê hatine van rojan. Sultan Ozgul diyar kir ku tevî êşên kişandine jî dest ji aştiya bi rûmet bernadin û got; “Divê gelê Kurd bi yekitiyê bi hemû zoriyan re derkeve serî.”
Sultan Ozgul diyar kir ku dê bang bibe wesîleya yekitiya neteweyî û got: “Gelê Kurd herî zêde ji bo aştiyê têkoşiya, em îro jî gavên vê yên şênber dibînin. Ev bang ji bo her kesê çareserî ye. Divê gelê Tirk jî bibêje êdî bes e.”
‘Divê bi gavên şênber bi encam bibe’
Xezal Kaydu jî diyar kir ku piştî vê banga dîrokî divê herdu alî gavên pêwîst bavêjin, hikumet divê gavên şênber bavêje û got: “Bi salan em li benda vê rojê bûn êdî merc ava dibin. Em di roj û pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Em bi saya têkoşîna xwe gihîştin van rojan. Em ji bo aştiyê jî pir têkoşiyan. Divê ji bo aştiyê hewldan dest pê bikin û gavên şênber werin avêtin.”
Xezal Kaydu pêvajoyên agirbest û ‘çareseriyê’ yên berê bi bîr xist û wiha domand: “Weke pêvajoyên berê divê tenê di gotinê de nemîne. Em dixwazin pêvajoyeke ku gavên şênber tê de hebin çêbibe. Divê alî gavên cidî û şênber bavêjin.”
‘Divê îsrara gelê Kurd mînak were girtin’
Gulistan Sevîm a ji Sêrtê hatibû Amedê diyar kir ku divê îsrara gelê Kurd a ji bo aştiyê mînak were girtin û got: “Ev berpiryarî ne tenê ya gelê Kurd e, a hemû gelên aştîxwaz e. Piştî ewqas êşan divê ev derfeta dîrokî baş were bikaranîn.”