“Divê her kes xwedî helwest be”

Jinên Şengalî li hemberî bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk û êrişên wê yên li ser xaka Kurdistanê helwesta xwe anîn ziman.

ŞÎLAN ÊZIDXAN

Şengal – Li seranserê Kurdistanê di tevahî dîroka wê de pêyvên mîna qirkirin û tunekirinê bi şêweyên herî dijminane hatine pêkanîn. Bê guman yek ji van şêweyên herî kîret û dij mirovî jî bikar anîna çekên kîmyewî ye ku mîna rastiya ku îro tê jiyîn li hemberî bikar anîna wê ya li Kurdistanê cîhan bêdeng û bê bertek dimîne. Navenda Parastina Gel (NPG) ragihandibû ku Tirkiye di 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. Herî dawî jî nasnameya 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) ên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane eşkere kiribû. Her wiha dîmenên 2 HPG'iyên ku ji çekên kîmyewî bandor bûbûn jî hatibûn belavkirin.

Jinên Şengalî li dijî bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk helwesta xwe nîşan dan û dan diyarkirin ku ger piştgiriya hêzên navnetewî nebûya dewleta Tirk nedikarî çekên kîmyewî li ser gelê Kurd bikar bîne.

“Piştgiriya hêzên navnetewî nebuya nedikarî çekên kîmyewî bikar bîne”

Meyan Nasir di axaftina xwe de bêdengiya qada navnetewî ya li dijî çekên kîmyewî şermezar kir û wiha got; “Ger hêzên navneteweyî piştgiriya dewleta Tirk nekiriban, nedikaribûn ewqas teknîk  bikar bînê, cesaret nedikir ku bi kîmyasalê erîşî gerîlla bike. Ewqas zilm li ser çîyayê Kurdîstanê, li hemberî zarokên herî  xweşik yê vî gelî tê meşandin çawa qada navneteweyî vê nabînê, nabîhîse? Em ji  hemu malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin. Ew şehîd şehîdên Şengalê ne, em fedakartiya wan ya ji bo  vî gelî kirin ti car jibîr nakin, ew zarokên me ne. Ev  erîşê der mirovî didin dîyarkirin ku desthilatdar çiqas  lawaz  bune. Ji ber wê jî serî li rêbazê herî kîret didin. Ji ber wê jî serkeftin ya gerîla ye, ya gelê azadîxwaz  e.”

“Divê her kes xwedî helwest be”

Perîşan Xelo ya ji gûndê Dîgure jî bibîr xist ku yên wan di fermanê de li dijî DAIŞ’ê parastine gerîla ne û wiha got; “Şagirtên Rêber Apo eger bi me ve ne hatiban em ji fermanê xilas nedibûn û heya niha em ê  di destê çeteyên DAIŞ’ê de ban. Dijminên dagirker li ser gerîla çekên kîmyewî bikar tînê. Ev yek derveyî  exlaqê mirovatiyê ye. Em wek jinên Êzîdî piştgiriya gerîla dikin, erîşên ku li ser gerîlla çêdibe em qebul  nakin. Bangawaziya me ew e ku qada navneteweyî li hemberî vî tiştî bisekine. Ev rewş ne rewşekî ji  rêzê ye, ji ber wê jî pêwîst e her kes li gor wê xwedî helwest be. Heman demê ji  bo 17 hevalên ku bi kîmyasalê hatin qetilkirin em ji malbata wan re sersaxiyê dixwazin.”

“Em bi gerîla re ne”

Tewrê Xelîl a ji gundê Borik a Şengalî jî bal kişand li ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û wiha axifî; “Em wek dayîkê Şengalê bi gerîla re ne, heya serkeftinê  em ê di nav çalakiya de bin. Em bi gerîla hene,  em xwe deyndarê gerîla dibînin bi saya gerîla em gihîştin vê rojê. Erîşê ku bi destê dewleta Tirk û PDK’ê  ve li ser çeperê gerîla pêk tên em şermezar dikin. Çekên kîmyawî bikar anîn bê exlaqiya herî mezin e ev  erîş ne tenê ser gerîla ye, di şexsê gerîla de li ser tevahî mirovahiyê hatiye pêkanîn.”