‘Divê girîngî ji pirsgirêkên jinan re bê dayîn’

Çalakvan û endama Rêxistina Azadîbûn, Geşe Dara bal kişand ser pirsgirêkên ku jin li herêma federal a Kurdistanê dijîn û her ku diçe zêdetir dibe, anî ziman ku divê girîngî ji pirsgirêkên jinan re bê dayîn.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li herêma federal a Kurdistanê her ku diçe pirgirêkên jinan zêde dibin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan her çendî gavên rêxistinan hebin jî ji ber ku piştgiriyek baş nayê kirin, nabe bersiv. Der barê pirsgirêkan jinan de çalakvan û endama Rêxistina Azadbûn Geşe Dara wiha got: “Rewşa jinan hatiye guhertin lê belê di vê qonaxê de, bi taybetî piştî sala 2014’an bi giştî civaka sivîl heta astekê sist bûye û ji ber piştgiriya tevger û rêxistinên jinan nayên kirin xebatên ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan sist bûne.”

‘Divê jin di hemu qadan de bibin xwedî hêz’

Geşe Dara diyar kir ku rewşa jinan bi rewşa giştî ya civakê ve girêdayî ye, bêmûçeyî giraniya barê jiyanê li ser milên jinan zêde dike û got: “Divê jin hewl bidin cihê xwe di qada siyasî, civakî û aborî de bi hêz bikin. Li gorî min guherîn heye, ev rewşa bê aram hem aliyê wê yê erênî, hem jî aliyê wê yê neyênî hene. Dema em dinêrin, dibînin ku rewşa aborî ber bi xirabûnê ve diçe lê belê jinan hewl dane di qada aborî de cihê xwe bigrin. Ji ber ku hê jî ew têgihîştina civakê nîn e ku pirsgirêka jinan weke pirseke mirovî bizanibe. Lê belê di sala 2011’an de mafên jinan li parlamentoya Kurdistanê bûye zagon.”

‘Jin rastî tundiyê tên’

Geşe Dara got: “Niha jin zêdetir tînin ziman ku rastî tundiyê tên, jin zdetir tînin ziman ku dikarin zagonê bi kar bînin ji bo bidestxistina hinek mafan. Di vî alî de hişyarî zêde bûye. Ne zêdebûna hilweşîna malbatan. Lê belê di demên borî de tundî pesend kiriye ku malbat weke çarçove li ber çavên xelkê maye xwezayek tundîtûjî bo ji bo zarokan maye. Her wiha ji bo parastina hilweşîna malbatê divê di bingehê de kar jê re bikin, kesê civakê amade bikin li ser bigehê hezkirin û rêzê û hemahengi pêk bînin. Mêr û jin xwe wekhev bizanibin, ne bi pileya xwarê temaşeyî jinan bikin.”

Geşe Dara di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di civakê de rêxistin û komên medenî çiqas zehmet û çalak bin û derfetên xebatê hebin, wê demê dê bikaribin guherînê di desthilatdariya rêveber de bikin. Niha xwezayek baş nîn e, ji bo karkirina rêxistinan û berovajî di aliyê îdarî û bandorî de astengî heye. Ji ber zagon bi awayekê erkgirtin cûrek dine. Sedemê wê jî ew e civak ketiye wê hewldana li dijî rêxistinên jinan be û desthilatdarî piştgiriya hemû xebatên li dijî jinan dike.”