'Divê em piştgirî bidin berxwedana li girtîgehan'

Zahîde Îshak, diyar kir ku hemleya gerdûnî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berfirehtir dibe û banga piştgiriyê berxwedana li girtîgehan kir.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Di 10’ê Cotmehê de bi pêşengiya rêxistinên sivîl ên navneteweyî, sendîka, partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskaran li 74 welatên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayek cîhanî bi dirûşma: “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirskirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” hate lidarxistin. Piştre welatên cuda jî beşdarî kampanyayê bûn.

Hemû sazî û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî aktîf kampanyayê dimeşînin. Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zahîde Îshak têkildarî kampanyayê nirxandin kir. Zahîde Îshak, bal kişand ku di vê kampanyayê de gelek nav, sazî û rêxistinên cîhanê hatin cem hev û got: "Dewleta Tirk bi taybet ev 3 sal in tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan ferz dike û nahêle ku ew bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ev hemû pêkanînên kêfî armanc eve ku fikrên Rêber Apo negihîje gelan. Hemî hêzên kapîtalîst ên ku piştgirî didin vê polîtîkayê ji fikre Rêber Apo ditirsin.”

'Ocalan bi erdnîgariyeke diyarkirî re sînordar nîne'

Zahîde Îshak têkildarî qonaxa ku kampanya gihîştiye de jî wiha got: “Ev ne yekemîn kampanya ye ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo tê destpêkirin, lê gelek welatên cîhanê beşdarî vê kampanyayê bûn. Ev kampanyaya ku hatiye destpêkirin delîleke zelal e ku fikrê Rêber Apo tê qebûlkirin û ne tenê li erdnîgariyek û komeke diyarkirî ye. Kampanya ku bi beşdariya 74 welatan dest pê kir, hîn berfirehtir bû.”

'Berxwedan bersiva herî baş e'

Zahîde Îshak, bal kişand ser bandora fikrên Abdullah Ocalan a li ser gelek civakan û wiha dawî kir: "Gelên bindest fêrî bi berxwedanê bûne. Îro li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin û jin jî tevlî çalakiyan bûn. Lê belê em dibînin ku civaka navneteweyî li hember vê rewşê kor e. Li hemberî vê yekê kor e. Pêwîste bi berxwedana zindanan re di nav hevgirtinê de bin. Armanca girankirina tecrîda li ser Rêber Apo her tim ew bû ku fikrên wî negihêje kesên xwedî zane. Divê ciwan, jin û hemû civak li dijî polîtîkayên şerê taybet fikrên Rêber Apo hîn kûrtir bikin. Ev  bersiva herî baş e ji polîtîkayên şerê taybet re.”