‘Divê em li seranserê Kurdistanê bibin yek deng û pêşî li êrîşan bigrin’
Jinên ciwan ên Wargeha Mexmûrê, bertek nîşanî êrîşê dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê dan û gotin: “Wek gelê Kurd tiştê ji me tê xwestin, li her qadê cihanê û li seranserê Kurdistanê bibin yek deng û pêşî li êrîşan bigrin.”
NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr- Ji 27’ê Mijdarê vir ve êrîşen dewleta Tirk û çeteyên wî li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî tund didome. Li seranserê Kurdistanê piştgirî û hevgirtina gelê Kurd a ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê berdewam e.
Jinên ciwan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, têkildarî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê, ji ajansa me re axivîn û li dijî êrîşan banga yekîtiyê kirin.
‘Li dijî van êrîşan hêzek mezin a ku têdikoşe heye’
Jina ciwan Nûdem Yaman di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xwe birêxistin dikin û wiha got: “Em berxwedaniya gelê Rojavayê Kurdistanê slav dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşê rojavayê Kurdistanê dikin. Di encama van êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û hatin koçberkirin. Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên sala 2014’an li Rojavayê Kurdistanê berxwedenek çêbû. Gelê Rojava di bin sîwana Rêveberiya Xweser a bi ked û têkoşîna şehîdan hate avakirin, xwe birêxistin dikin. Çeteyên ku îro êrîşê destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dikin, berdewamiya DAİŞ’ê ne. Çeteyên dewleta Tirk li dijî Kurdan bi awayekî hovanê êrîş dikin. Li dijî van êrîşan hêzek mezin a ku têdikoşe heye. Hêzên QSD, YPG û YPJ’ê li dijî tevahî êrîşan têdikoşin.”
‘Yek ji hevkarên van êrîşan ENKS ye’
Nûdem Yaman, balkişand ser hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk û got: “Dewletên Navneteweyî li hember van êrîşan bêdengiya xwe diparêzin. Ev yek jî eşkere dike ku di van êrîşan de hevkariyek mezin heye. Yekane armanca wan, desteserkirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ye. Yek jî hevkarê van êrîşan ENKS ye. Li aliyê din jî li Başurê Kurdistanê girtina deriyê Sêmalkan, nîşaneya hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê ye. Bi girtina deriyê Sêmalkan re pêşiya dermankirina nexweş û brîndaran tê girtin û xwegihandina gelê Başurê Kurdistanê ya ji gelê Rojavayê Kurdistanê tê astengkirin.”
‘Divê em li seranserê Kurdistanê bibin yek deng û pêşî li êrîşan bigrin’
Nûdem Yaman, da zanîn yên ku herî zêde ji êrîşan bandor dibin jin û zarok in û wiha axivî: “Herî zêde yên ku ji vê rewşa penabertî û êrîşan bandor dibin, jin û zarok in. Di encama van êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Ev rewş rewşek pir giran e. Bi taybetî têkildarî van êrîş û komkujiyan divê em çawa bikarin bibin bersiv, em dikarin çawa alikariya gelê xwe bikin, ev yek pir girîng e. Wek gelê Kurd tiştê ku ji me tê xwestin, li her cihê cihanê û li seranserê Kurdistanê em bibin yek deng û pêşî li van êrîşan bigrin.”
‘Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe biserkevin’
Nûdem Yaman, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li Rojava berxwedanek bêhempa tê meşandin û li hember van êrîşan ên ku li ber xwe didin û têdikoşin dîsa gelê Kurd e. Ji ber vê berxwedanê hemû hêzên Neteweyên Yekbûyî neçar mane ku êdî statu bidin Kurdan. Di vê rewşê de tiştê ku dikeve ser milê gel, dev ji berxwedana xwe ya bi salane bernedin û xakên xwe biparêzin. Em gelê Mexmûrê çi ji destê me bê em ê pêkbînin û em piştgiriya xwe gelê Rojavayê Kurdistanê dikin. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe biserkevin.”
‘Dewleta Tirk sûcên li dijî mirovahiyê dike’
Jina ciwan Eynas Kar jî, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha axivî: “Hêza ku herî zêde alikariya DAIŞ’ê dike, dewleta Tirk a dagirkere. Her tişt berçav e, armanca van êrîşan dagirkirina xaka rojavayê Kurdistanê ye. Ji bo vê jî her curê êrîşê gelê Rojavayê Kurdistanê dikin û sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Armanca van êrîşan tunekirina gelê Kurd e, lê belê bi tekoşîna ku li çiyayan û li seranserê Kurdistanê tê meşandin, dide xuyakirin kirin ku em hene û em ê hertim hebin. Serkeftin ya me ye. Ji ber ku riya em dişopînin riya Rêber Apo ye ango riya heqîqetê ye û heqîqet tu car nekarî bê veşartin.”
‘Sekn û îradeya Rêber Apo ji me re dibe hêz’
Eynas Kar, diyar kir ku pêwîste gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşe û wiha got: “Rêber Apo li Îmraliyê têkoşîn û berxwedanek mezin dide. Divê em jî wek gelê Kurd têkoşîn û berxwedanê mezintir bikin. Sekn û îradeya Rêbertî ji me re dibe hêza tekoşinê ku em bikarin li dijî hemû êrîşên teknîkî û kîmyewî yên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd têbikoşin. Pêwîst e em wek ciwanên gelê Kurd û gelê azadîxwaz, xwedî fikir û felsefeya Rêber Apo û Rojavayê Kurdistanê derkevin û têkoşîna xwe ya mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mezintir bikin. Wek gelê ji bo avakirina Kurdistanek azad erk û berpirsyartiyên xwe bicîh bînin. Wê serkeftin ya Gelê Kurd be.”