'Divê em Konfederalîzma Jinan a Cîhanî û xweparastina wê pêş bixin’ (2) - HEVPEYVÎN

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê û bi van gotinan bang li jinan kir: "Divê em bi aqil, hest û ramana hevpar Konfederalîzma Jinan a Cîhanê û xweparastinê bi pêş bixin.”

DÎREN ENGÎZEK

Navenda Nûçeyan – Jin li dijî çanda tecawizê ku ji Afganistanê heta Filistînê, ji Kurdistanê heta Yemenê, ji Ukraynayê heta Sûdanê bi şer re belav dibe, li her qadê xweparastinê nîqaş dikin. Em di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe ya bi endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk re ku bi armanca tevkariyê bike van nîqaşan dike, têkildarî bi berfirehkirina têkoşîna hevpar re mekanîzmayek hevpar a xweparastinê çawa bi pêş bixin û pêşniyara Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê ku Tevgera Azadiya Jinên Kurd der barê pirsgirêkên jinan û xweparastinê pêşniyar kir de axivîn.

Elîf Berk bi gotinên; "Jinên Kurd der barê profesyonelkirina xweparastina sedsala 20’emîn û parastina hebûna civakê û xwe de gav avêtin” bal kişand ku divê çareserî jî di vê çarçoveyê de were dîtin.

*Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku navenda wê Rojhilata Navîn e, li Efganistanê mînaka Talîbanê û êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê hene. Gelo jin li dijî van şeran çawa dikarin xweparastinek profesyonel bi pêş bixin?

Gavên ku ji bo jin xweparastinê bi pêş bixin hatine avêtin hene. Em dibînin ku jinan tu carî hêza xwe ya xweparastinê winda nekirine. Ev yek di lêkolînên me yên dîrokî de derdikevin pêşiya me. Wek îmgeyek populer derdikeve holê, minak Amazon hene. Rastiya Amazonan hewldanên xweparastinê jinan e. Îfadeya rêxistina xweparastinê ye. Dema em li aliyê din dinêrin, di warê civakbûna Kurd û Rojhilata Navîn de mînaka Surka Alem heye. Wan pergaleke ku xwe weke jinên Qizilbaş diparezîn ava kirine. Em Sitiya Nisra ya dîroka jinên Êzidî ya fermana 74’an jiyane nas dikin. Îfadeya artêşbûn û pergalîbûna jinê ye. Di nava mînakên vê yekê de li Hindistanê mînakek din a populer pergala rêxistinî ya wek Gulabî Gang çeteya jinan a sîfik tê zanîn heye. Li deverên cuda yên cîhanê pergalên cuda yên xweparastinê weke dîrokî jî pekan e.

Em dizanin ku hewldanên avakirina pergala xweparastinê ya profesyonelbûyî heye lê dema em li karakterê vê sedsala dawî dinêrin, polîtîkaya wisa derdikeve pêşberî me. Zext û xeta hişmendiya dewlet û modernîteya kapîtalîst ku îlegalîze dike, hewldanên avakirina pergala xweparastina cewherî ya jinan îlegalîze dike, "terorîze dike" û hewl dide meşrû bike heye. Ji bilî vê yekê, em dibînin hebûnek jinan ku di bin navê wekheviya jin û mêr de bi gotina “jin li her derê heye” hewl tê dayîn di nava artêşên dewletê de derxist pêş heye.

Li beranberê van her du xetan, hebûn û cihê jinan ê di hêza xweparastinê de ku hewl tê dayîn bê îlegalîzekirin û di nava pergala serwer a mêrê dewletparêz de bê hepskirin û bêbandorkirin, heye. Bi mînakên dîrokî yên em didin re, ev her du xetên jinan ne tenê li herêmê di kurewî de jî dikare çawa yekîneyên xweparastinê yên rast ava bike û divê ji bo vê yekê çi bê kirin. Ev jî rojeveke ku tevgerên jinan şîrove dike ye. Ev rojeva tevgerên jinan e. Em dibînin nîqaşeke ku di du kanalên cuda yên dijberî hev de tê meşandin heye. Dema em dibêjin avakirina rêxistinek xweparastinê cewherî ya jinan a profesyonel, tişta ku divê bê kirin avakirina zemîn û platformên ku jin bikaribin tercubeyên xwe li cîhanê bi hev re parve bikin e. Bila jin rastiya agahiya wan hev heye û bûyîna xwe bijîn. Di vê wateyê de avakirina platformên hevpar ên jinan girîng e. Di bingehê de hinek hewldan jî hene. Dîsa hinek konferansên jinan di xweseriya Şengalê de pêk hatin. Nîqaşên enternasyonel ên jin dikarin çawa xweparastina xwe pêk bînin hatin kirin û panelên ji çapemeniyê re vekirî hatin lidarxistin, ev gavên girîng in.

Divê rêxistinên jinan şêwaza têkiliya domdar bi dest bixin

Rêxistinên jinan ên ji hev qutbûyî xuya dikin lê ji ber ji aliyê bîrdozî û felsefî, li dijî heman pergal û êrişan têdikoşin bi hev re girêdayî ne divê şêwazek têkiliyan a mayînde û domdar bi dest bixin. Ev jî di warê profesyonelkirina xweparastînê de gaveke girîng e. Li aliyê din, asta herî girîng ew e ku civak di nava xwe û xwecihî de pergalek bi pêş bixe û di rastiya xwe de jin xwe di nava şerekî domdar de pênase bikin û bi cih bikin. Li dijî me û li dijî jinan şer hatiye ragihandin. Navê vî şerî diguhere û aliyê vî şerê ku çek hildigre ango aliyê ku li dijî me çekan hildigre, diguhere. Ev carna dibe molayek, carna patronek û carna jî bavê me. Di encamê de jin di nava şerekî de ne, em vê ji îstatîstîkên pir zelal dibînin. Divê rêxistina civakî ya hevberê vê yekê bi awayeî pir xurt bê afirandin. Di nava rêxistinbûna jinan de bi rehenda xweparastinê ya çandî, tenduristî, siyasî polîtîk û fizîkî re di rehendên pêşxistina refleks an jî hiqûqî de dikare xebat û polîtîka bên hilberandin. Şertê ewil ê rêxistinbûna xweparastina profesyonel rêxistinbûna jinan a civakî ye, heta ku ev yek pêk neyê ne mimkûn e ku mirov behsa tu pergalek an jî rêxistinek xweparastinê bike.

Piştî avakirina vê rêxistinbûna xweparastinê û rêxistinbûna civakî. Bi zanebûna ku em di nava şerekî de ne, sedem û kirdeya êrîşên ku em pê re rû bi rû ne kî ye û xeter ji ku tên û li gorî vê yekê tedbîr girtin û pêşxistina refleksê jî beşeke vê rêxistinbûyînê dibe.

Mînaka ku li Şirnexê beriya demek kurt çawişek pispor jinekî tacîz kir heye. Mînaka ku bertekên jinan li dijî mêrekî ku li Hindistanê tecawizê jinek kir, hebû. Em dikarin gelek mînakên din bidin. Em di gelek bûyeran de dibînin ku dema tevahiya jinan û civak di heman kêliyê de refleksek nîşan didin, bersiv dide yan hî tedbîran bi pêş dixe dikare xwe biparêze an jî gav paşve tên avêtin. Di vê wateyê de bihêzbûna refleksên rêxistinbûna xweparastinê û hilberandina polîtîkayan pir girîng e. Divê di xala li dijî kîjan êrişê û kîjan gefê gavek çawa bê avêtin de kapasîteya hilbêrandina polîtîka ango hêza fikirandinê bê pêşxistin. Ev jî bi nîqaş û hişmendîbûnê dibe. Bi hişmendiyeke kolektîf dibe. Pêkhateyên weke milîsên jinan an jî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku em di mînaka Rojava de dibînin, wek pêkhateyên girîng ên ku di nava rêxistinbûna xweparastinê ya jinan de bi cih bûne û îradeya jinan derdixin holê, derdikeve pêşberî me.

*Dema ku xweparastin tê gotin jinên Kurd tên bîra me. Hûn xweparastina ku jinên Kurd di hemû qadên jiyanê de bi pêş xistine çawa dinirxînin?

Dema jinên Kurd tê gotin, sembolên ku nasnameya xwe ya taybet diparêzin û ji cewhera xwe dûr neketine tê bîra mirov ango jinên Kurd bûne sembol li ser piyan in. Jinên ku serê xwe natewînin û li cihê pêwîst dike ji dijmînê xwe re; dijmina wê kî dibe bila bibe, şerê eşîran be, şerê navbera gundan be yan jî wek rastiya dijmin a roja ma ye îro me,  her dem xwedî seknek e û li cihê pêwîst dikare bersiva pêwîst dide. Ger pêwîst bike şerek bê sekinandin, xwedî hêza sekinandina wî şerî ye û ger pêwîst bike gavek an jî helwestek bê girtin xwedî vê hêzê ye ku vê yekê pêk bîne.

Sembolbûna jinên derdikeve pêşberî me. Dema em li dîroka xweparastinê ya jinên Kurd dinêrin, ji Besêyan heta Zarîfeyan û heta niha xeta têkoşînê û domdariyek dibînin. Ji Leyla Qasim a ku li çar parçeyên Kurdistanê bûye sembol, heta Gulê Selmo, ji xeta Rojhilat ji serhildana Hurremî heta serhildana Geliyê Zîlan, ji xeta Şengalê Sîtiya Nisra, her dem serhildan û berxwedana jinan heye. Di vê bîra dîrokî û civakî de rastiya jinan a ku zindî ye û li aliyê din ve jî rastiya jinan a hatiye tepisandin, bêdeng maye, serê wê tewandî û şopdarê mêr jî ava kiriye.

Jinên Kurd di warê parastina hebûna xwe de gavên girîng avêtin

Kurd der barê profesyonelkirina xweparastina sedsala 20’emîn û parastina hebûna civak û xwe de gav avêtin. Ji Leyla Qasiman heta Viyan Soranan, ji Besêyan heta Bêrîtanan dibe îfadekirin û nûjênkirina vê hişmendiya dîrokî ye. Dibe şopdariya jina ku di ferqa xwe de û li cihê pêwîst bersiv dide. Li aliyê din jî li dijî nasnameya jinan a tê bêdengkirin û serê wê tê tewandin dibe îfadeya hêrseke mezin. Di vê wateyê de tercube û xeteke têkoşînê ya li cîhanê tê mînakgirtin, tiştên ku jinên Kurd di warê xweparastinê de pêk anîne ye.

Dema em li tevgera azadiya jinên Kurd dinêrin dibîni ku nîqaşên em dikarin pergala jinan a xweser ku di salên 90’î û 92’an de dest pê kiriye çawa ava bikin û hebûna jinan a di nava pergala xweparastinê de çawa bi nav bikin zêde dibin. Em dibînin ku ji sala 1994’an û vir ve jinan gavên avakirina pergala xwe û binavkirina xwe zêde kirine. Em dibînin ku jin gihîştine asteke wisa ku pergala konfederal ava kirine. Em xeteke ku jin pergala xwe ya herî mezin a xweparastinê di aliyan de ava kiriye, forma xwe pêk aniye û cewhera wê jî her dem bi awayekî dînamîk tije dike. Di vê wateyê de em rastiya pergala xweparastinê hem di aliyê leşkerî de hem ji di aliyê çandî û civakî de rola pêşengiyê dilîze dibînin.

Tevgera azadiya jinan li qadekê dest pê kir lê dema em îro mêze dikin dibînin li her çar parçeyên Kurdistanê, jin li gorî xweserî û pêwistiyên xwe pergala xwe ya xweparastinê ava dikin. Ev ne xaleke bi Kurdistanê re sînordar e, hatiye qonaxeke ku bandorê li jinên cîhanê û Rojhilata Navîn dike. Nîqaşa vê yekê tê kirin. Me di pêvajoya radestkirina Efganistanê ya ji bo Talîbanê de dît, jinên li wê derê rasterast peyam dan YPJ’ê. Daxuyaniyek ku  diyar dike ji wan piştgiriyê dixwazin û îlham digrin dan. Diyar kirin ku di heman demê de îradeyek hevpar ku parvekirinê îfade dike dixwazin. Ev têkilî hatin domdarkirin. Dîsa di pêvajoya serhildanên “Jin, Jiyan û Azadî” de lêgerîna jinên Belûcê hebû. Dema em di konferansên curbecur de hatin cem hev, diyar kiribûn ku pêwîstiya wan bi pergala xweparastinê heye û nîqaşkirinê ku dikarin vê yekê bi feyzgirtina jinên Kurd pêk bînin. Ev mînakek girîng e. Em dibînin ku jinên Kurd bi tenê bi xwe re sînordar nemane, di wateya herêmî û kurewî de bandora xwe belav kirine û vê îdiaya gerdûnîbûnê di pergalîkirina xweparastinê de jî pêk anîn e.

Cihê ku xweparastin herî zêde lê bi pêş dikeve, belav dibe û digihîje wateyê civakbûn e. Çiqas dikarin vê çanda jiyanê biafirînin û biparêzin. Em pergala xweparastinê ya profesyonel bi civakbûnê re digrin dest. Refleks û bertekên me yên di nava civakê de çiqas xurt bin, wê polîtîkayên me ewqas bi bandor bibin û potansiyeliya tevgerên jinan çiqas zêde bibe, wê ewqas serkeftî bin. Di vê wateyê de tevgera jinên Kurd xwedî taybetmendî û hêzeke bi bandor e. Helbet li dijî vê yekê jî hewldanên êrîşên şerê taybet û bêbandorkirinê didomin. Divê ev yek jî li ber çavan were girtin. Divê tedbîr bên pêşxistin.

*Pêşxistina têkoşîna hevpar a jinan ji bo xweparastinê çiqas girîng e? Têkoşîna hevpar çawa tê afirandin? Konfederalîzma Jinan a Cîhanê pêşniyara jinên Kurd e, hûn dikarin vê yekê hinek şîrove bikin?

Divê formek têkoşîna hevpar û gerdûnîbûnê hebe. Xwebûn-Cehwer, hewceyê jiyana ku yekbûna form-şêwaz bingeh digre ye. Diyardeya ku em dibêjin xweparastin rih û dînamîka wê ye. Hêza mayîna li ser piyan e. Divê rewşa ferzgirtin, îlham girtin û hevgirtinê bên birêxistinkirin û pergalîkirin. Divê formek qezenc bike ku bibe domdar. Domdarbûn bedenbûyîn û dîrokbûyînê îfade dike. Ev di heman demê de dê me li dijî êrişên pergalê weke hebûnek biparêze û zemînek ku em ê pergalê qels bikin jî pêşkêş dike. Di vê eksenê de Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê tê fêmkirin. Mijarek berfireh e lê di bingehê de yekitiya jinan û hêza wan gerdûnî bûye û zanyariya enerjiyê forma bi beden bûye. Bi xwezayî weke forma xweparastin derketiye. Di heman demê de ji bo vê bi taybetî çalakiyên me yên xweparastinê û tedbîrên me wê çi bin divê sîstemek ku ev were nîşqaşkirin hebe.

Konfederalîzma Jinê sîstema xweparastinê çawa be, xeta polîtakaya çalakiyê çi be. Li ser vê nîqaşek heye. Di nava van du salên dawî de, konferansên jinan ên hatin lidarxistin, bi taybetî bi pêşengiya tevgera jinên Kurd hatin lidarxistin, yan ji ji aliyê tevgerên cuda yên jinan ve hatin lidarxistin hatina ba hev a jinan çêbû. Dema em rojevê dişopînin em dibînin ku ev mijar yek ji wan mijarên ku rojeva me ya hevpar e û di lîsteya rojevên lezgîn de cih bigre ye. Li vê derê êdî di sedsala 21’ê de, dibe xwedî sîsetma xweparastina rêxistinî, yek ji tevgerên gelan gelê Kurd û jin in, mîsyona pêşengiyê ya dikeve ser jinên Kurd heye. Heta vê misyonê lêhûrbûn û tevgerkirin form û hewldana ku pêşwaziya vê misyonê bike û bi pêş bixe em li her derê dibînin. Di her gava tê avêtin de her diyalog weke girê em dikarin binirxînin. Yekser ava nabe yan jî ne tiştek wisa ye li ser kaxezê ava bibe. Bi vê hestê di felsefeyê de yekitî pêwîst e. Ew jî girê bi girê tê nexşandin, gav bi gav tê kirin. Tiştek wisa ye ku em hev nas bikin û hîs bikin kêfxweşî û êşên xwe bi hev re parve bikin. Wê dem bigre û di heman demê de ne sîstemek wisa ye ku bikeve meriyetê lê di nava reng, cudahî û dewlemendiyê de yekitî; di felsefeyê de, di hest de yekitî çawa tê avakirin ez di wê baweriyê de me hatina ba hev a ji aliyê neteweyî wêdetir, ev were nîqaşkirin wê gelek bi wate be.

Divê aqilê gerdûnî were avakirin

Dema em li geşedanên di nava du sê salên dawî de dinêrin, serhildana li Rojhilatê Kurdistanê ya ‘Jin jiyan Azadî’ dibînin. Bi awayek kureyî di hizir û hestên jinan de nîqaşkirina yekitiyê yan jî ji bo avakirina wê zemîn ava dike, yek jî demê giring yê dîrokî bû. Dîsa serhildana jinan a li Efganistanê qebûlnekirina jinan, pêvajoyên Emerîkayê rûyê rast ê Talabanî derxist holê di vê wateyê de girîng bû. Niha êrişên Îsraîlê li ser Xezayê, li dijî Îsraîlê zêdetir di pêşengiya xwendekarên ciwan de ev pêvajoya ku dimeşe heye lê belê li dijî qetliama ku Îsraîl dide meşandin hatina ba hev a torên jinên navneteweyî rewşên nîqaşkirinê hebûn. Em jî weke Akademiya Jineolojî li gelek cihên Rojhilata Navîn û cîhanê li ser qetliamên jinan bi awayek onlîne me panel li dar xistibûn. Li wê derê de netewperstiya ku derdikeve û ji olperestiyê wêdetir zayendperestî derbas kir divê gavên gerdûnî yên hevpar ên têkoşîna jinan bi pêş dixin werin avêtin me nîqaş pêş xistin. 

Divê aqilê gerdûnî were avkirin lê divê gav xwecihî bin. Qada hevpar hestên hevpar û hest û fikir ger em bibêjin ji xwecihî hedefa me ya pratîzekirinê ye Konfederalîzma Jinan a Cîhanî û xweparastina wê bi pêş bixin, li her cihî jin bibin ên xwe, bi awayek bi hêz rêxistinbûna xwe pêk bînin û bi hevre di nava girêdanbûnekê de di nava diyalogê debin. Eve tiştek ku divê bi awayek acîl were kirin e. Divê wateyê de li her derê di her gava jinan ya rêxistibûnê de tenê gav weke rêxistinbûna siyasî em naynîn ziman, çanda civakî di formên cûda de di rêxistibûnan de çêdibe lê di bingeh de jin di her awayê rêxistinbûna civakê de bingehê xweparastinê ava dike. Eve di heman demê de bingehê bi destxistina hişyariyê ava dike.

Bi hişmendiya Şahmaran em banga têkoşînê dikin

Hemû jin bi hişmendiya Şahmaran, xwedî zanista Şahmaran a jiyanê dide, jiyanê xweşik dike, bêmiriniyê lê belê di heman demê de banga hişmendiya  ku dest ji dostanî û xweşikbûnê bernede dike. Me hemûyan çi winda kiriye divê em bikevin di ferqa wê û hêrsa me ya ku ew tiştên me winda kirine bigrin polîtîkaya wê bikin, di xala berhemdayînê de em banga ketina tevgerê dikin.

Em weke Akademiya Jineolojiyê hewl didin bingeh û zanyariya wê ava bikin. Di hinek versiyonên çîroka Şahmaranê de tiştek wiha heye: Dibêjin ku li welatên maran, mar hê ne di ferqê de ne Şahmaran hatiye esirgirtin û qetilkirin. Dema ku bikevin ferqa wê, dê rojekê ji bo tola xwe hilînin ji binê erdê derbikevin ser rûyê erdê û her derê dagir bikin. Di vê wateyê de jin bikevin ferqa tiştên ku winda kirine û ji bo bigrin ji bo tola wê rakin bikevin tevgerê, hişyar bibin, rêxistinbûn û berhemdana wê divê wateyê de hemû tiştên were kirin divê bikin. Divê ji kesek din di nava bendewariyan de nebin da ku rêxistinbûna me ya xweparastinê gelek bi hêz be.

Xilas…