‘Divê em her rojê veguherînin roja têkoşîna li dijî tundî û cudakariyê’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Xelîde Botî da zanîn ku ew ê di 25'ê Mijdarê de li bajar û gundan çalakiyan li dar bixin û perwerdeyê bidin mêran û got: "Divê em her rojên xwe veguherînin li dijî tundî û cudakariyê."

DELAL REMEDAN

Hesekê – Roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ji bo wekhevî di navbera herdû zayendan de çêbibe û jin werin xurtkirin girîng e. Di sala 1960’î de xwîşkên Mîrabal bi fermana desthilatê komara Domînîkan dîktator Rafayêl Troxiyo hatin qetilkirin û di sala 1981’an de çalakvanan lihev kirin ku roja 25’ê Mijdarê her sal weke roja têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan were binavkirin. Ji bo bîranîna xwîşkên Mîrabal Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1999’an de roja 25 Mijdarê weke roja navneteweyî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ragihand û armanc li tevahî cîhanê balbikşînin ser mijara dozên tundiya li dijî jinan.

Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Kongra Star ya bajarê Hesekê xwe ji bo çalakiyên şermezarkirina tundiya li dijî jinan amade dike.

Endama Koordînasyona Kongra Star ya Bajarê Hesekê Xalîde Botî derbarê vê rojê de got: "Di şexsê Xwîşkên Mîrabal de em tundiya li dijî hemû jinên cîhanê şermezar dikin. Bi rasthatina roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Kongra Star çalakiyên taybet lidardixe. Armanc hişyarkirina civakê û pênasekirina mafên jinan e."

Bernameyên çalakiyan

Xalîde Botî bernameya çalakiyan wiha bi rêz kir: "Pêngava me vê salê çalakiyên cuda di nav xwe de digre ji wan jî dayîna semîneran derbarê tundiya li dijî jinan li hemû navçe û gundewarên bajarê Hesekê de. Dê civînên gel werin li darxistin. Wek însîyatîf em ê gund bi gund xwe bigihînin her jinekê, em ê ji bo mêran dewreyên taybet ên 3 rojan vekin. Her wiha panelên der barê 25’ê Mijdarê bi rêxistin bikin. Meşên mêran û li kêlek vê belavkirina broşûran were destpêkirin.”

‘Divê jin li hember tundî û dagirkeriyê xwe birêxistin bikin’

Xalîde Botî bang li tevahî jinan kir ku di hemû çalakiyan de beşdar bibin û wiha bi dawî kir: “Divê jin xwe birêxistin bikin û hêzên xwe bikin yek. Her wiha ji bo azadiyê û teşhîrkirina hemû cureyên tundiyê li ber xwe bidin. Divê jin li hember tundiyê, dagirkerî û şerê taybet ê li dijî gelê herêmê jî xwe birêxistin bikin. Divê bi ruhê Şerê Gelê Şoreşgerî xwe birêxistin bikin û li dijî hemû cure êrişan bisekinin. Em ê ji bo xwegihandina her jineke ku azadî, edalet û wekhevî xeyalê wê ye kar bikin. Rojeke tenê ji bo têkoşîna li hember tundiyê kêm e."