‘Divê em 25’ê Mijdarê veguherînin roja azadiya jinan’

Endama Yekitiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan diyar kir ku divê jin her dem têkoşîna xwe bidomînin û destnîşan kir ku pêwîst e jinên ciwan berxwedan û têkoşîna bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê pêk hatiye mezintir bikin.

CÎLAN ROJ

Şengal – Di çarçoveya kar û xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de li her derê jin çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Yek ji wan cihan jî Şengal e. Jinên Êzidî jî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 5’ê Mijdarê de bi dirûşma ‘Li dijî tundiya li ser jinan Jin-Jiyan-Azadî’ dabû destpêkirin ku kampanya dê heta 25’ê Mijdarê bidome. Girêdayî vê kampanyayê jinên Êzidî bi taybetî jinên ciwan gelek çalakiyên cur bi  cur pêk anîn.

Bi nêzhatina 25’ê Mijdarê jî endama Yekitiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan li ser berxwedan û rêxistinbûna jinên Şengalê bi taybetî jinên ciwan ên Êzidî û pêkhateyên din ên Şengalê ji ajansa me re axivî.

Sara Botan diyar kir ku 25’ê Mijdarê roja berxwedan û serîrakirina jinan a li dijî tundiyê ye û wiha got: “Wekî hûn dizanin ji aliyê TAJÊ ve ji bo 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Li dijî tundiya li ser jinan Jin-Jiyan-Azadî’ kampanya hat destpêkirin. Ev hemle bi pêşengiya jinên Êzidî yên ku 10 sal in li ber xwe didin hatiye destpêkirin. Em weke jinên ciwan bi hemû hêz û cesareta xwe beşdarî vê hemleyê dibin. Yên herî zêde rastî tundî, qetlîam, tacîz û tecawizê tên jin in, hem ji aliyê malbatê ve hem ji aliyê civakê ve hem jî ji aliyê dewlet-mêr ve. Bi taybetî jinên Êzidî pir êş kêşandine. Di her qirkirin û jenosîda ku li ser civaka Êzidî tê kirin de her dem jin tên hedefgirtin. Bi rastî jî yên ku civakan li ser lingan dihêlin, ên ku civakê bi rê ve dibin û bi cewhera wê didin jiyandin jin in. Ji ber vê herî zêde jin rastî êrişan tên.”

Li dijî pêşîgirtina tundiyê rol û mîsyona jinên ciwan

Endama Yekitiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan bal kişand ser rol û mîsyona jinên ciwan a li hemberî tundiyê û ev nirxandin kir: “Pêwîst e em berxwedan û têkoşîna xwe ne tenê bi vê rojê re girê bidin. Niha li Şengalê berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Her kes baş dizane ji destpêkê ve heta niha berxwedana ku îro li Şengalê tê meşandin, îradeya ku îro tê nîşandan bi saya pêşengî, têkoşîn û berxwedana jinan e. Li hemberî êrişên hundir û derve bûye bersiv, hem ji xwe re hem jî ji civakê re bûne bersiv. Ji ber ku her kesê di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de dîtin ka jinên Êzidî rûbirûyê çi hatin. Heta niha jî jinên Êzidî li bazaran tên kirîn û firotin, heta niha çarenûsa bi hezaran ji wan ne diyar e. Ji ber vê divê em jinên Êzidî bi taybetî jinên ciwan berxwedan û têkoşîna ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo li Şengalê hatiye avakirin bêtir xurtir bikin. Ev jî bi yekbûn û yekdestiya jinan pêkan e. Ne tenê jinên Êzidî û pêkateyên jin ên li Şengalê dijîn, pêwîst ev îrade û hêz bibe ya giştî jinên cîhanê. Weke jinên Êzidî niha tundiya ku li ser jinan tê meşandin ne tenê fikrî ye yan jî ne tenê fizîkî ye, tundiya fikrî û fizîkî bi hev re ye.”

Li ser jinan êriş û tundiya fikrî heye

Sara Botan bal kişand ser şerê taybet ku li ser jin û ciwanan tê meşandin û destnîşan kir ku bi taybetî ji hêla fikrî ve tundî li ser jinan heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber di fermanê de hedef û armanca dijmin şikandin îrade û têkbirina exlaqê jinan bû lê pêk nehat. Niha di roja me ya îro de êriş herî zêde li ser me jinên Êzidî di aliyê fikrî de hene. Niha li ser me jinên ciwan şerekî taybet û pir qirêj tê meşandin. Yanî ji aliyê malbatê ve, ji aliyê dijmin ve tê meşandin. Mînak jin ji aliyê malbatê ve di temenekî pir biçûk de tên zewicandin, ev jî tundiyek e. Niha tişta ku li ser jinan tê ferzkirin pir zehmet û dijwar e. Bi taybetî jinên Êzidî roj nîn e ji aliyê malbatê ve neyên qetilkirin, roj nîn e ji aliyê mêr ve neyên qetilkirin. Ji ber zextek wisa li ser jinan heye ku bi destên xwe dawî li jiyana xwe tînin. Heger jinên Êzidî îro ewqas rûbirûyê tecawiz, zilm û zordariyê hatibin, pêwîst e em wan ji vê rewşê rizgar bikin. Rast e êriş hatin ser me, me qir kirin, jinên me yên ku serî netewandin hatin qetilkirin lê me ji wê êş û êrişên ku bi ser me de hatine, me ji êriş û zilma ku li me hat kirin, xwe ji nû ve afirand. Niha têkoşîn û berxwedana ku li Şengalê tê meşandin ji wê êşê derket, deng, qêrîn û nalîna jin û dayikên me yên di destên DAIŞ’ê de bû qêrîna berxwedanê, bû qêrîna îrade û hêzdayînê ji bo me. Ji ber vê niha hemû êrişên dewleta tirk û PDK’ê ya li ser me ji aliyê jinên Êzidî ve vala tê derxistin.”

‘Rêber Apo bû deng derman ji êş û qêrîna jinên Êzidî re’

Sara Botan diyar kir ku ger îro Şengal bûbe xwedî îrade û hêz ev bi saya pêşengiya jinan pêk hatiye û ev tişt got: “Hemû destkeftiyên ku hatine bidestxistin û avakirin bi pêşengiya jinan çêbûne. Ji ber vê ji bo me jinên Êzidî 25’ê Mijdarê sembola têkoşîn û berxwedanê ye lê divê em hemû rojên xwe veguherînin roja 25’ê Mijdarê. Li dijî tundî û zextên ku li ser jinan hene em ê bêtir rêxistinbûyîn û têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji ber jinên Êzidî bi taybetî yên ku li Şengalê li ber xwe didin bûne mînak ji bo hemû jinên cîhanê. Jinên Êzidî ji dîrokê ve heta niha xwedî îrade ne û me vê îradeyê veguherand hêz û cesaretê. Heke me jinên Êzidî û civakê fikrên Rêbertî nas nekirina helbet me yê nikaribûya vê êşa xwe veguheranda berxwedan û îradeyê. Me yê nikaribûya veguranda têkoşîneke bêhempa ya ji bo rizgarkirina jinên Êzidî. Ev jî bi saya keda Rêber Apo ye û em bi saya vê kedê gihîştin vê astê. Bi rastî jî em her dem dibêjin Rêber Apo bû dengê êşa jinên Êzidî, bû bihîstina qêrîna dayikên me yên ku bi destên wan hovan hatin qetilkirin. Yê ku ew êşa dayikên me veguherand berxwedanê Rêber Apo bû. Pêwîst e jinên Êzidî bi ruhê Zarîfe Osê, Nûjiyan û Bêrîvanan ji nû ve jiyanê li Şengalê vegerînin û Şengalê bikin warê jiyanê. Ji ber vê yekê dibêjin em jinên Êzidî çiqas xwe li ser fikrên Rêber Apo bi rêxistin bikin û di bîrdoziya Rêber Apo de em xwe kûr bikin em ê ewqasî bikaribin li dijî êrişên li ser jinan bibin bersiv.”

‘Yê îradeya jinan bi cîhanê da qebûlkirin Rêber Apo ye’

Sara Botan bal kişand ser hevdîtina ku piştî 4 salan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye kirin û wiha pêde çû: “Ji aliyê din ve piştî 4 salan agahî ji Rêber Apo hat girtin, bi wê peyam û silavên Rêber Apo em ê bêhtir bikaribin 25’ê Mijdarê veguherînin azadiya fizîkî ya Rêber Apo û jinan. Heke Rêber Apo azad nebe jin jî azad nabin. Îro Rêber Apo ji bo hemû jinên cîhanê têdikoşe. Heke Rêber Apo piştî 4 salan di hevdîtina xwe de gotibe tecrîd berdewam dike, em çiqas têbikoşin kêm e. Ger em îro bi fizîkî azadiya Rêber Apo pêk neynin, em nikarin weke jin bibêjin em azad in. Yê ku me azad bike Rêber Apo ye, yê îro îradeya jinan bi cîhanê daye qebûlkirin û jinan kiriye xwedî hêz û îrade Rêber Apo ye. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo me beriya her tiştî ye. Rêber Apo çareseriya hemû pirsgirêkên ku li cîhanê rûdidin e. Şengala xwedî hêz, îrade û xweser encax bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were. Encax Rêber Apo dikare hemû pirsgirêkên li cîhanê û tundiya li ser jinan, çareser bike. Ji bo hilweşandina dîwarên Îmraliyê û tecrîdê, pêwîst e jinên Êzidî xwe bêtir berpirsyar bibînin. Bi taybetî em weke jinên ciwan ên Êzidî pêwîst e ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo, ji bo hilweşandina pergala qirêj a li ser civakan tê meşandin, li ber xwe bidin û têbikoşin.”

‘Serkeftin dê ya jinên berxwedêr be’

Sara Botan herî dawî got ku dê serkeftin a jinên berxwedêr be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha em ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin û pêwîst e em berxwedaniya ku li Kurdistanê tê meşandin bêtir bidin raberkirin. Em ê roja 25’ê Mijdarê li dijî tundiya ku li ser jinan tê meşandin bibin bersiva herî xurt.”