‘Divê dijî cezayê darvekirinê helwestek cidî hebe’

Rêveberê Navenda Mafê Mirovan ya Îranê Hadî Qaymî ji ber erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan, Werîşe û Şerîfe, dadweriya Îranê rexne kir û ji civaka navneteweyî xwest ku xwedî helwest bin.

Navenda Nûçeyan – Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîf Mihemedî her ku diçe zêde dibin. Divê çarçoveyê de Rêveberê Navenda Mafê Mirovan ya Îranê Hadî Qaymî daxuyaniyek belavkir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku cezayê darvekirinê li girtiyên siyasî yên jin, Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, niha metirsiya darvekirina wan heye û ji bo rizgarkirina jiyana wan, demek kurt maye.

Bang li NY

Di heman daxuyaniya Rêveberê Navenda Mafê Mirovan ya Îranê Hadî Qaymî de ev bang hate kirin; “Bang li civaka navneteweyî, rêxistinên Neteweyên Yekbûyî dikîn ku demek ji ya din zûtir xwedî helwest bin û ji bo hilweşandina ceza, zextê li Îranê bikin.”