‘Divê di asta cîhanî de di navbera jinan de hevkarî hebe’

Çalakvana Hiqûqî Leyla Mejdolî balkişand tundiya li ser jinan a her ku diçe zêde dibe û diyar kir ku divê di navbera hemû pêkhateyên tevgerên jinên cîhanê de koordîneyek hevpar hebe da ku hemû jin bên parastin.

HANAN HARÎTE 

Mexrib – Jin li her welatê Rojhilata Navîn ji bo mafê xwe bi dest bixin têdikoşin. Li hemberî tekoşîna jin hişmendiya mêr ya ku xwe serwer dike, ji tundiya fîzîkî bigre heya derûnî zexta li ser hebûn û îradeya jinê zêde kiriye. ji Hîndîstanê heya Mexrîb ji Tunisê heya Yemenê rêxistin, tevger û çalakvanên jinan ji bo tundiya li ser jinê rabikin gelek xebat û çalakî li dar xistin.

Çalakvana Hiqûqî Leyla Mejdolî a Mexrîbî yek ji wan jinan e ku bi salan li dijî tundiya li ser jinê radiweste û ji bo jinan hişyar bike di qada higuqî de piştgiriya wan dike. Leyla Mejdolî behsa girîngiya hevgirtina jinan li seranserî cîhanê, tekoşîna tundiya li dijî jinê kir.

‘Qetilkirina jinan diyardeyek xeter e’

Çalakvana Hiqûqî Leyla Mejdolî bal kişand kiryarên qetilkirin û tecawizê yên li dijî jinan tê pêkanîn û ragihand ku ew piştgiriyê dide jinên ku ji bo qetilkirina bijîşka Hindistanî derketine qadan. Leyla Mejdolî wiha got: "Mijar asta tundiyê derbas kiriye. Tundî ne tenê bûye fîzîkî yan destdirêjî, gihîştiye asta qetilkirina jinan û ev jî diyardeyeke xeter e. Civaka sivîl a Mexribê çalak e û tundiya li dijî jinan li ku derê be şermezar dike. Tevgera jinan a Mexribê bi riya daxuyaniyên şermezarkirin û birêxistinkirina xwepêşandanên piştgiriyê hevgirtina xwe bi gel re nîşan dide da ku ev diyarde werin rawestandin."

‘Dive bêdengî ji holê rabe’

Leyla Mejdolî wiha gotinê xwe domand: "Kiryarên qetilkirina jinan diyardeyeke cîhanî ye û ne tenê bi civakek re girêdayî ye. Divê her aliyek civakê têkeve nav lîv û tevgerê da ku ev tundî raweste. Her wiha divê bêdengî ji holê rabe, ji ber bêdengiya ji tundiyê re dihêle kiryarên din jî pêk werin. Têkoşîna li dijî tundiya jinan ji bo me hemûyan dozek girîng e û divê di milê navneteweyî de li ser vê diyardeyê were karkirin. Her wiha divê di navbera hemû pêkhateyên tevgerên jinan li cîhanê koordîne hebe ji bo jin li ku derê  bin werin parastin."

Divê fikrê civakê were guhertin

Leyla Mejdolî got ku karê civaka sivîl ji bo têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan pîroz e lê belê tişta pêwîst ew e ku hikûmet vî karî berdewam bikin da ku parastina pêwîst ji jinan re were peydakirin û wiha anî ziman: "Em nikarin tenê xwe bispêrin zagonan ji bo jin werin parastin lê belê divê kar li ser guhertina fikrê civakê were kirin."

Dive zagonên hîn hişktir û cidîtir hebin

Leyla Mejdolî di dawiya axaftina xwe bal kişand qetilkirina jinan, got ku zêdebûna vê pir xeter e û wiha pê de çû: "Ger doza tundiya li dijî jinan hişk û cidî bihata girtin dê hejmara jinên tên tecawizkirin û qetilkirin ne wisa zêde ba. Em hêvî dikin zagonên hîn zêde parastî û bi ewle ji jinan re werin danîn da ku destwerdaneke lezgîn ji bo parastina jinan ji hemû cureyên tundiyê çêbibe."