‘Divê dewleta Tirk ji ber sûcên li Rojava dike were darizandin’

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, li bajarên ku dagir kirine bi kiryarên weke revandin, îşkence û qetilkirinê, mafên mirovan binpê dikin. Parêzer Beşîra Cemal Al Dîn diyar kir ku divê dewleta Tirk ji ber kiryarên xwe were darizandin.

DELAL RAMADAN

Hesekê- Dewleta Tirk her dem êrişê xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi taybetî li herêmên ku dagir kiriye, bi bûyerên weke îşkence, qetilkirin, revandina mirovan, ji bo leşkerên bi pere çêkirina cihên bicihbûnê, birîna daran û ji bo guherîna demografiyê binpêkirinên mafan dike.

Dewleta Tirk ji sala 2016’an ve heta niha ji bo sîstema Rêveberiya Xweser asteng bike, êrişên dagirkeriyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Cara yekem bajarê Ezaz, Bab û Cerablûsê dagir kir, di sala 2018’an de kantona Efrînê, di sala 2019’an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Li van bajaran çekên qedexekirî bi kar anîn, gelek kes revandin, îşkence li mirovan kir mal û war hatin talankirin. Bi hezaran hemwelatiyan dest ji xaka xwe berdan neçar man koç bikin.

Hevseroka Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parêzer Beşîra Cemal Al-Dîn der barê mijarê de nirxandin kir û diyar kir ku divê dewleta Tirk li Dadgehên Navneteweyî were darizandin.

‘Ji bo sûcên li dijî mirovatiyê çekên cuda bi kar anîn’

Hevseroka Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parêzer Beşîra Cemal Al-Dîn da zanîn ku dewleta Tirk ji ber ji dewletên din piştgiriyê girtiye herêmê dagir dike û wiha got: “Ji bo li dijî mirovan sûcên herî bi tirs pêk bîne çekên cuda û balafiran bi kar tîne. Bi hezaran malbat piştî bûyerên kuştin û revandinê dîtin bajar û malên xwe terk kirin. Jin jî ji vê zilmê rizgar nebûn. Bi taybetî ji van binpêkirinan herî zêde jin bi bandor bûn.”

 Bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin

Beşîra Cemal Al-Dîn pêkanînên dewleta Tirk ên dijexlaqî li dijî sivîl û jinan şermezar kir û got: “Weke parêzer, em dagirkeriya herêma xwe her dem şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo dewleta Tirk dawî li pêkanînên dagirkeriyê û polîtakayên xwe yên dijminane yên li dijî gelê herêmê bîne, rola xwe bilîzin. Di mijara sûcên li dijî sivîl û xakan de tedbîrek nehatiye girtin. Ez sedema vê bêdengiyê mereq dikim lê belê me bersivek negirt. Em xwediyên herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatine dagirkirin in, ji ber vê erka rêxistinên mafên mirovan ew e ku li gel xwediyên mafan bin û bersiva gelê ku hatiye bindestkirin bidin.” 

‘Piştî dagirkeriyê binpêkirina mafan zêde bûn’

Beşîra Cemal Al-Dîn diyar kir ku piştî dagirkirina van herêman binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha got: “Ji dema dagirkeriya van herêman ve heta niha, li dijî jin û zarokan sûcên cînayet, revandin û tecawizê zêde bûne. Dagirkeriya dewleta Tirk tenê bi vê sînordar nema, ji bo xirakirina aramiya herêmê, bi balafirên bê mirov binesazî, sivîl û pêşengan dikin hedef, hewl dide pergala neteweya demokratîk û sîstema Rêveberiya Xweser asteng bike. Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef û saziyên ku îdia dikin mirov in, hê jî sekneke pasîf nîşan didin.”

‘Divê dewleta Tirk ji herêmên dagirkiriya derkeve’

Başîra Cemal Al-Dîn bang li parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên jinan kir û da zanîn ku divê dewleta Tirk jiber  hemû sûcên ku kirine berpirsyar were dîtin û were darizandin û divê ji hemû herêmên dagir kirine vekişe. Beşîra Cemal El-Dîn bang li hemû jinan kir ku ji bo destkeftiyên bi şoreşê qezenc kirine biparêzin têkoşînê bilind bikin.

‘Dagirkeriya dewleta tirk belgeya eşkera ya hevkariyê bi welatên mezin re ye’

Endama komîteya kesên ji cihên xwe bûne ya Serêkaniyê Zehra Sammû da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku Serêkaniyê dagir kirin, li dijî jin û zarokan binpêkirinên bi tirs ên weke kuştin, revandin, tecawiz û îşkence jî di nav de pêk anîn û wiha got: “Gel piştî di Rêveberiya Xweser de ji hemû mafan sûd girt, rastî her cureyê bêedaletiya xirab, zilm û cihêkariyê hat. Ev hemû li ber çavên cîhanê hatin pêkanîn, destûrdayîna dagirkeriya Tirk dibe sedem ku li dijî sivîlan zêdetir sûc û binpêkirin çêbibin, ev jî belegeyek eşkere ya hevkariya veşartî bi welatên mezin re ye.”  

 Zehra Sammu got ku li bajarê Serêkaniyê, piraniya nifusa xwecihî ji cihê xwe bûne û îşaret bi wê yekê kir ku gelek kêm Kurd li herêmê mane û got: “Jin ji ber tirs û zextê, ji van herêman rojane direvin. Ji dagirkeriyê heta niha, komên leşkaran ên bi pere ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê piştgirîkirin li herêmê ne û destûr tê dayîn li malên sivîlan bi cih bibin dest danin ser milkê wan yên taybet. Xwediyê rast yên herêmê ji bajar û malên xwe direvin û li kampên çend kîlometreyan dûr dijîn.”

Ferzkirina Tirkî

Zehra Sammu wiha axaftina xwe domand: “Ji hemû mafên xwe bêpar hatin hiştin û çand û mîrasên wan hatin berovajîkirin, li dibistanan Tirkî li wan hat ferzkirin. Ez bang li jinên li herêmên dagirkirî, dikim ku di daxwaza xwe ya azadkirina bajarê xwe de îsrar bikin, bi bilindkirina têkoşîna xwe, deng û daxwazên xwe bikin yek û bigihîjînin hemû jinên cîhanê, der barê sûcên dewleta Tirk de wan şiyar bikin.”

‘Em ji bo rizgarkirina bajarê xwe têdikoşin’

Zehra Sammu destnîşan kir ku tabûra Sultan Murad dest daniye ser mala wê, hemû milkê wan talan kiriye û piştre weke baregeh bi kar aniye û da zanîn ku li gel malbata xwe neçar mane li bajarê ku li bi cih bûne bijîn û got: “Ev ne tenê rewşa min e, rewşa hemû jinên li bajar wiha ye, tevî hestek bi êş û nayê tarîfkirin e, hê em ji bo bajarê xwe rizgar bikin têdikoşin em ê tu carî ji daxwazên xwe gav paşve navêjin. Bajarê Serêkaniyê modela hemû netew û olan di nava hev de dijîn. Ji ber vê dewleta Tirk a faşîst, ji bo polîtîkayên xwe û berjewendiyên xwe weke gef dît welatên kapîtalîst ên serdest ew dagir kirin.”

Zehra Sammu got: “Vegara me ya bi ewle li welatê me ji bo ji pencên dagirkeriya Tirk rizgar bibin em dixwazin ku hemû jin bi hev re bin.” Zehra Sammu bang li hemû gelên herêmê kir ku ji bo planên dagirkeriya Tirk xira bikin, qadên ku dagir kirine azad bikin, bibin yek û hevkariyê bikin.