‘Divê dewleta Tirk bê darizandin’

Cîgira Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Hediya Ebdullah der barê bombebarandina cîhên tendirustiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got: “Pêwîst e dewleta tirk ji ber sûcên xwe yên dijmirovî bê darizandin.”

VIYAN AMED

Qamişlo - Dewleta tirk a dagirker ji 19’ê  Mijdarê ve bi balafirên şer û bêmirov bênavber êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li Rojavayê Kurdistanê heta van kêliyan binesaziya gund û bajaran, kargeh û avahiyên stratejîk, nexweşxane, bîrên petrolê, pergala gerdûnî ya têkiliyên mobîl a GSM, mal û milkên welatiyan bi dijwarî hatine bombebarankirin. Ev kiryarên hovane nîşan didin ku dewleta tirk a dagirker di van êrîşên xwe de çiqas li dervî qanûnên şer û dijmirovî tevdigere. Di encama van êrîşan de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Cîgira Hevseroka Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê Hediya Ebdullah êrişên li ser cihên tenduristiyê şermezar kir û nêrîna xwe anî ziman.

‘Dewleta tirk axa me dagir dike û cîhan jî bêdeng e’

Hediye Ebdullah bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a li ser saziyên mîna nexweşxane, dibistanan û wiha pêl da axaftina xwe: "Dewleta tirk a dagirker bi van êrîşan dixwaze gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike, ji ber vê yekê bi rengekî hovane êrîşî jin, zarok, pîr, kal û ciwanan dike. Di heman demê de êrîşî nexweşxane, dibistan, depoyên genim û cihê elektrîkê jî dike. Gelê me li hemberî hêza terorê ya DAIŞ’ê şer kir û cîhanê ji tarîtiya wan xilas kir. Armanca dewleta tirk çi ye ku ewqas êrîş me dike û cîhan jî li hemberî vê bêdeng e, çi karê dewleta tirk li ser axa me heye. Gelek zirarên mezin gihîştin welatiyan, ka mafên mirovan û saziyên navneteweyî?”

‘Êrîşkirina cihên tendirustî û xizmetê sûcekî şer e’

Hediya Ebdullah destnîşan kir ku êrîşkirina cîhên tenduristiyê û deverên niştecihî sûcekî şer e û got: “Dabînkirina navendên tenduristiyê mafekî xwezayî ye û gere bi çi awayî mabe ev navend neyên hedefgirtin. Em nexweşxaneya xwe ava dikin da ku xizmetî gel bike lê mixabin dewleta tirk êrîşî nexweşxaneyên me dike. Di qanûnên navneteweyî de êrîşkirina cihên tenduristiyê qedexe ye û der barê vî sûcî de biryarên cuda hene.”

‘Li hemberî kiryarên dewleta tirk xwedî helwest bin’

Hediye Ebdullah ji aliyên pêwendîdar xwest ku li hemberî êrîşa bêdeng nemînin û wiha dawî li axaftina anî: "Dewleta tirk a dagirker ji 19’ê  Mijdarê ve êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Navendên Tenduristiyê, hatin hedefgirtin. Em ji rêxistinên tenduristiyê yên cîhanê re dibêjin ku gere bi erkên xwe rabin û li hemberî êrîşên dewleta tirk ên sîstematîk, xwedî helwest bin. Em vê bêdengiyê bi tundî şermezar dikin.”