"Divê civaka navneteweyî ji bo pêşîgirtina kiryarên dewleta tirk ên li ser jinan rola xwe bilîze"

Encûmena Cîhanî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zulêxa Ebdî da zanîn ku di komxebatê de, wan biryarên navdewletî yên ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ve li ser mafên jinan di parastina aştî û ewlehiyê de di dema pevçûnan de hatine pesendkirin, gotûbêj kirine û wiha domand: "Komxebat li ser pirsa; rola jinên Sûriyeyê di van biryaran de çi ye bû. Heya niha ev biryarên heyî nehatine bicihanîn. Ew hê jî li ser kaxezê ne û bi welatên ku îmze kirine, bi taybetî dewleta Sûriyeyê ve girêdayî ne."

Reqa- Parêzer û siyasetmedarên jin ên bajarê Reqayê destnîşan kirin ku binpêkirinên dagirkeriya tirk li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi giranî li dijî jinan tên kirin, di nava bêdengiya navdewletî de didomin. Her wiha bal kişandin ku sûcekî li dijî mirovahiyê ye û pêwîst e civaka navneteweyî di bichanîna xalên biryaran de peywira xwe bi cih bîne.
 Meclisa Jinên Sûriyeyê, di 19’ê Sibatê de, komxebatek ji bo gotûbêjkirina li ser pêwîstiya cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî rola jinan di parastina aştî û ewlehiyê de li dar xist.
Di çarçoveya komxebatê de, endama Encûmena Cîhanî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zulêxa Ebdî da zanîn ku di komxebatê de, wan biryarên navdewletî yên ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ve li ser mafê jinan di parastina aştî û ewlehiyê de di dema pevçûnan de hatine pesendkirin, gotûbêj kirine û wiha domand: "Komxebat li ser pirsa; rola jinên Sûriyeyê di van biryaran de çi ye bû. Heya niha ev biryarên heyî nehatine bicihanîn. Ew hê jî li ser kaxezê ne û bi welatên ku îmze kirine, bi taybetî dewleta Sûriyeyê ve girêdayî ne.” 
"Ne tenê li herêmên dagirkirî, li navçeyên bajarên Sûriyeyê jî jin di bin zextan de ne"
Zulêxa Ebdî amaje bi wê yekê jî kir ku tu cudahî di navbera hundirê Sûriyeyê û herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin de nîn e. Li navçeyên hundir hê jin ji aliyê dewletê ve tên şopandin, tên girtin, revandin û ji ber zîhniyeta dewlet û civakê ya paşverû rastî destdirêjiyê tên û li herêmên dagirkirî gelek sûc li dijî jinan tên kirin.
Zulêxa Ebdî bal kişand ser helwesta Encumena Ewlekariyê ya li ser tiştên ku li herêmên dagirkirî li dijî jinan diqewimin û wiha got: "Encûmena ewlekariyê pabendî biryarên ku hatine dayîn nabe lewma divê jin rola xwe di parastina aştî û ewlehiyê de bi cih bînin. Gelo jin dema ku li herêmên dagirkirî rastî binpêkirinên çeteyan bên dê çawa rola xwe di parastina aştiyê de bilîzin? Binpêkirin bi hejmar û amaran hatine tomarkirin û Encûmena Ewlekariyê jê agahdar e lê heta niha tu ceza ji van çeteyan re nehatiye dayîn.”
"Jinên li hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina ewlehî û aramiyê pêşeng in"
Der barê rewşa jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Zulêxa Ebdî tiştên ku jin di bin rêveberiya xweser de gihîştine nirxand û got: "Jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di parastina ewlehî û aramiyê de roleke sereke li vê herêmê dilîzin. Li gel tevlibûna wan di rêveberî û serokatiyên hevbeş de û wiha behsa biryarên komxebatê kir: "Me komxebat bi çend xalan bi dawî kir ku em hêvîdar in Encûmena Ewlekariyê li ser wan kar bike ku ew jî avakirina Sûriyeyê, ji bilî wê yekê jin rola xwe di nivîsandina destûra nû de bilîzin. Piştî çareseriya siyasî, zêdebarî dîtina navendên perwerde û rehabîlîtasyonê ji bo bihêzkirina civakê û bi taybetî jinan pêwîst in.” 
 Zulêxa Ebdî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku bernameya siyasî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê behsa pêwîstiya vegera penaberan ji bo welatên xwe, avakirina Sûriyey demokratîk û ne navendî, temînata mafên jinan û pêkanîna wekheviya tam di navbera jin û mêran de di hemû warên siyasî, civakî û çandî de dike. 
"Pîwîst e ji bo bicihanîna biryaran ferzkirin hebe"
Ji aliyê din ve, rêvebera ofîsa zagonî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê Suhêl El-Senûh anî ziman ku pêwîst e civaka navdewletî biryaran bi cih bîne, bi taybetî biryarên ku jinan eleqedar dikin di dema şer û pevçûnan de, ji ber ku gelek ji van biryaran hê li ser kaxez mane û wiha domand: "Armanca komxebatê ew e ku ev biryar ji jinan re werin ragihandin, ji ber ku jinên Sûriyeyê herî zêde êş kişandine û hê jî êşê dikşînin ji ber vê aloziya dijwar a bi salan e li welat didome.”
Suhêl El-Senûh piştrast kir ku encamên komxebatê van xalan girtine nava xwe: “Çareserkirina nakokiyên di navbera welatên şerker de li ser çavkaniyên binerd ên li Sûriyeyê hene. Xebata ji bo girtina biryarên tund li dijî her kesê ku ewlehî û aramiya Sûriyeyê têk dibe. Çareserkirina nezanî, xizanî û bêkariyê, teqezkirina li ser cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildarî jinan, têkoşîna li dijî cudakariya li dijî jinan di warê siyasî, aborî û heta îdarî de û avakirina nifşek xwedî hişmendî û xwenda ku biryarên baş bigre.”
Suhêl El-Senûh di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku Meclisa Jinên Sûriyeyê hewl dide aramiya siyasî li Sûriyeyê pêk bîne û jin ji bo pêkanîna vê aştiyê beşdar dibin.