‘Divê bêdengî were şikandin û li dijî dagirkeriyê bertekek tund were nîşandan’

Di encamnameya Komxebata Neteweyî ya ku ji aliyê KNK’ê ve hat lidarxistin de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û banga berxwedana topyekûn û seferberiyê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) ji bo nîqaşkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêma Federal a Kurdistanê di 8’ê Tîrmeha 2024’an de, komxebatek berfireh bi riya online li ser tora Zoomê li dar xist.

Komxebata ku bi navê ‘Komxebata Neteweyî’ hat lidarxistin ji derveyî hejmarek zêde ya partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî, nivîskar, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar, nûnerên pêkhate û olî û oldar beşdar bûn. Encamnameya komxebatê hat eşkerekirin.

Encamname wiha ye:

“Dewleta Tirk di roja 15’ê Hezîrana 2024’an de, li başûrê Kurdistanê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, operasyonek berfireh da destpêkirin. Di heman demê da sewqiyateke mezin a leşkerî ber bi başûrê Kurdistanê ve hat kirin û ew sewqiyat berdewam dike. Mixabin rêveberiya PDKê riyên fermî ji artêşa Tirk a dagirker re vekirine, kontrola cihên ku artêşa Tirk lê ye, bi temamî radestî artêşa Tirk kiriye. Ji roja 25’ê Hezîrana.2024’an vir ve jî dagirkeriya dewleta Tirk derbasî merheleyeke din bûye. Êdî weke hêzeke xwediyê malê, bendên kontrolê (seytere – checkpoint) datîne û nasnameyên xelkê kontrol dike. Yanî êdî dagirkeriya xwe venaşêre û bi eşkere dide diyarkirin. Ev yek jî nîşan dide, her ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berfireh dibin, gav bi gav xak û deshilatdariya Başûrê Kurdistanê dixe destên xwe. Li aliyê din artêşa Tirk zevî, bax û baxçeyên xelkê û xwezaya deverê dişewitîne, gundan bombebaran dike û yek bi yek vala dike.”

‘Bi piştevaniyê em ê dawî li êrişan bînin’

Heta niha tenê rêveberiya PDK’ê alîkariya dewleta Tirk dikir, ev demek e hikûmeta Iraqê jî bi awayekî din bûye hevkarê dewleta Tirk. Dewleta Tirk sozên av û aboriyê dide hikûmeta Iraqê. Bila Iraq baş bizanibe ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi mejiyê neo Osmanî yê dagirker tevdigere. Dixwaze sînorên Mîsakî Mîlî dagir bike ku projeyeke neteweperest û nijadperest e. Ji bo vê armanca xwe jî pêk bîne, hewl dide şer giran bike, gelan li hemberî hev sor bike, atmosfera aştî û aramiyê têk bibe.

Niha li deverên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakûrkê şerên giran rûdidin. Hêzên gerîla li dijî dagirkerî û qirkeriyê, bi qehremanî û fedakariyek mezin li ber xwe didin. Em vê berxwedana bi wate û mezin, bi dilekî germ pîroz dikin. Ev êrişên mezin ne tenê li dijî hêzên HPG’ê ne, li dijî hemû destkeftiyên Kurdan in û bi taybetî jî armanc dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Di sêrî de Başûrê Kurdistanê di hedefa van êrişan de ye. Êriş li ser destkeftiyên gelê Kurd û nirxên Kurdistanê tên kirin. Her wiha ev êriş li dijî serweriya Iraqê ne jî.

Dewleta Tirk li dijî hebûna Kurdan e, li dijî Kurdistanê ye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xwe yên çandî, siyasî û leşkerî nîşan dide. Dewleta Tirk di êriş û operasyonên xwe de, bi niyeteke xirab û plankirî, demografî û jingeha (ekoloji) Kurdistanê, hedef digre û xirab dike.

Dewleta Tirkiyê sala 2017’an, di êrişa Iraq ê ya li ser Kerkûk, Xurmatû, Xaniqîn, Şingal û navçeyên dî yên dabirayî da, piştevaniya hikûmeta Bexdayê kir.

Di êriş û dagirkeriya DAIŞ’ê ya li ser Kurdistanê û bi taybetî êrişa Kobanê de, dewleta Tirk xwedî roleke sereke bû, hevkariya DAIŞ’ê dikir.

Dewleta Tirk, li dijî kantonên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji serî de û heta niha, di pozîsyoneke êrişkar de ye. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî ji sedî zêdetir baregehên leşkerî û sîxurî danîne û wan baregehan li dijî destkeftiyên gelê me kar tîne.

Niha jî li devera Metîna, Zap û Avaşîn, dest bi êrişeke mezin kiriye. Li hemberî vê operasyona mezin heta niha, di asta neteweyî û navneteweyî de, weke tê xwestin deng bilind nebûye û bertek kêm in. Di sêrî de rayedarên PDK’ê, hinek rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê, kesên hevkariya dewleta Tirk dikin û hinek dezgehên ragihandinê yên nêzî wan, dixwazin rewşê normalîze bikin û rastiyê berovajî nîşan bidin. Ev metirsiyek mezin e û ev reşw bi tu awayî nayê qebûlkirin. Pêwîst e ev rewş ji rêzê neyê dîtin, divê ev bêdengî, bê şikanndin û li hemberî dagirkeriyê bertekên mezin derkevin holê. Divê hêzên berxwedêr, helwest û hevkariya me, li gel xwe bibînin. Bi yekitiyeke xurt û bi piştgiriya dostan, em dikarin van êrişan têk bibin. Dewleta Tirk ne ewqas xurt e, bi berxwedaneke neteweyî, em dikarin hêza wan têk bibin.

Di sêrî de divê helwestek neteweyî û niştimanî derkeve holê. Ji bo vê jî divê hemû hêzên Kurdistanî, li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin û di asta herî bilind de, zirxekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora berxwedêran vehûnin. Helwesta yekgirtî dikare bêdengiya aktorên siyasî yên navdewletî jî biguherîne.”

Banga Yekitiya Neteweyî

Di beşa dawî ya encamnameyê de wiha hat gotin:

“* Dewleta tirk bi van êriş û dagirkeriya xwe, dixwaze hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê têk bibe û gelê Kurd di jenosîdê re derbas bike. Em beşdarên civînê, li ser vê helwesta hovane ya dewleta Tirk bi hesas nêz dibin, bi hemû derfetên xwe li dijî vê êrişê radiwestin û li gel Hêzên Parastina Kurdistanê cihê xwe digrin.

* Bêtifaqiya navxweyî ya Kurdistaniyan, çeperê parastina destkeftiyên Kurdistanê lawaz dike û rê li ber eniyên dijminan xweş dike. Ev herî dawiyê di dagirkirina Kerkûk, Xaneqîn û Şengalê da hat dîtin. Lê belê, tifaqa navxweyî êrişên dijminan dişkîne û rê li ber serkeftinê vedike ku ev jî di parastin û serkeftina Kobanê da hat dîtin. Civîn, tifaqa navxweyî şertê man û nemanê dibîne û banga ji bo xurtkirina yekitiya neteweyî dubare dike.

* Divê li Kurdistanê, li derveyî welat piştevaniyeke xurt li Hêzên Parastina Kurdistanê bê kirin û bi germahiya parastina Kobanê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bê rawestandin. Bi vê armancê ve girêdayî li welat û derveyî welat divê xebateke xurt a dîplomasiyê ya hevgirtî, ya neteweyî û niştimanî bê kirin.

* Pêvajoya ku em tê de ne ew pêvajo ye ku li hemberî êrişên qirkirinê yên topyekûn divê em li her derê berxwedaneke topyekun raber bikin û bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê. Beşdarên civînê, li hemberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, bang li Kurdistaniyan dikin ku şev û roj bi hemû şêweyên kar û xebatê, di nava çalakiyan de cihê xwe bigrin û li tenişta hêzên berxwedêr rawestin, li her derê berxwedana topyekûn bilind bikin.

* Beşdarên civînê, bang li serokatî, parlamento, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, partî û saziyên Kurdistanî û hemû şêniyên herêmê dikin ku li hemberî van êrişan û dagirkeriya dewleta Tirk derkevin û hêzên artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê derxin.

* Beşdarên civînê, bang li dewleta federal a Iraqê dike ku hevkariya dewleta Tirk neke, peymanên sînor derbaskirinê yên di dema Sadam de bi Tirkiyeyê re hatin çêkirin betal bike, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe diyar bike, qada hewayî ya Iraqê ji firokên şer ên dewleta Tirk re qedexe bike û ji bo derketina hêzên dewleta Tirk ji nava tixûbên dewleta federal a Iraqê, tedbîrên pratîk bigre.

* Beşdarên civînê, bang li Komkara Dewletên Ereb dikin ku li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, helwest bigre û şermezar bike.

* Beşdarên civînê, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemî hêzên peywendîdar dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bêdeng nemînin û helwest bigrin.

* Beşdarên civînê, bang li dostên gelê Kurd û bi giştî cîhana demokratîk û xwedî wijdan dikin û dibêjin di şerên Kobanê, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de, we helwestek baş nîşan da, hêviya me ew e hûn wê helwesta xwe, di vî şerî de jî nîşan bidin. Pêwîstiya gelê Kurd bi piştgiriya we heye.

* Beşdarên civînê, daxwaz ji Kurdistanî û dostên Kurdistanê dikin ku muameleyên aborî li gel Tirkiyeyê nekin, turîzma Tirkiyeyê boykot bikin.

Em kes û nûnerên di vê kombûnê da amade ne, li hemberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk helwest digrin û xwedîderketina xwe ya Hêzên Parastina Kurdistanê careke dî dubare dikin û dibêjin parastina deverên Metîna, Zap û Avaşîn, parastina hemû Kurdistanê ye, em ê bi hemû derfetên xwe xwedî li vê berxwedanê derkevin. Her wiha em heman helwestê ji hemû partî, rêxistin, sazî, kesayetên Kurdistanî û ji gelê Kurdistanê dixwazin.”