“Divê bê zanîn ev êrîş hebûna me ya netewî û dîroka me hedef digirin”
TAJÊ têkildarî êrîşên şevêdinê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Divê baş bê zanîn ev êrîş ne tenê li ser beşekê ne êrîşên piralîne ku hebûna me ya netewî û dîroka me hedef digirin. Em bang li her kesê dikin li hemberî van êrîşên piralî şiyarbin û ya dikeve ser milê wan bikin.”
Navenda Nûçeyan - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî êrîşên şevadinê li ser çiyayê Şengalê, Mexmûr û bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hatî kirin daxuyaniyek nivîskî weşand. TAJÊ di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ewê li hemberî êrîşên nemerdan bi baldarî tevbigerin û bereyên parastinê xurt bikin.
“Êrîşên ser Şengal û Hesekê bi destê heman hêzan hat kirin”
TAJÊ da zanîn ku ewê li hemberî êrîşên tirsonekan serî nedanin û wiha dom kir: “Êrîşên şevê din ên dewleta Tirk êrîşên tirsonekin. Ev êrîşane ji êrîşên DAIŞ’ê yên ser Girtîgeha Sinaa û giştî Hesekê qut nînin. Di rastiyê de yê li Hesekê têkçû dewleta Tirk bû û nekarî girtiyên DAIŞ’ê derxe, ji bo careke din êrîşê Şengal û Rojava bike ketiye nava hewildanên cuda. Ya xwest bi DAIŞ’ê bike, ji ber negihîşt hedefa xwe vê carê bixwe kete dewrê.”
TAJÊ balkişand ser tevgerên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî yên piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ser Hesekê û wiha berdewam kir: “Piştî êrîşa ser Hesekê Kazimî serdana Şengalê kiribû û piştî vegeriya li gel sefîrê Tirk hevdîtin kir. Pêkhatina van êrîşan piştî wê hevdîtinê jî tesadûf nîne. Helwesta Kazimî û hikûmeta Iraqê ya li beramber civaka civaka Êzidî sosrete. Dema êrîş li ser Şengalê pêktê, deng ji hikûmeta Iraqê dernakeve. Daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê daxuyaniyeke bêçare û ne wêreke. Dewleta Tirk ji van êrîşan re gotiye, ‘hemleya zivistanê’, lê ev hemleyên têkçûn û binkeftinê ne ji bo wan. Hemleya nefesa taliyêye.”
“Divê dema dîrokî de roleke girîng dikeve ser milê dayîkên Êzîdxanê”
TAJÊ carekdin peyama berxwedanê da û got: “Em carek din dibêjin, emê dest ji axa xwe bernadin, li vir li berxwe bidin, çawa pêşiyên me serî li ber wan netewan dibin, emê jî serî netewînin. Em berxwedana şervanên xwe pîroz dikin û sekna gelê xwe ya li hember êrîşan pîroz dibînin. Wê sekna gelê me Şengalê berbi xweserî û azadiyê ve bibe. Divê civaka me bizane ev êrîş ne tenê li ser yekîneyekêye, ev êrîş hebûna me ya netewî û dîroka me hedef digirin. Em bang li gelê xwe dikin, ji hêzên xwe re bibin mertal. Divê dema dîrokî de roleke girîng dikeve ser milê dayîkên Êzîdxanê jî. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan yên Mexmûrê re dixwazin û şifaya lezgîn ji birîndarên wan re dixwazin.”
Rêveberiya Xweser a Şengalê jî têkildarî êrîşan daxuyanî da
Daxweyaniya ji aliyê hevserokê Meclîsa Gel a navçeyê Sinunê ya Şengalê Xwedîda Îlyas ve hate xwendin wiha ye: “Em niha li cihê foca heşdî şebî ne ku wêran bûye. Êrîşên ku bê nevber duh di seatên dernegiya şevê de destpêkir berdewamiya fermana 2014’an e, lê îradeya civaka Êzidî ji balafir, tang û topên wan bi hêztire. Me soz daye şehîdên xwe, emê her ser soza xwe bin û li pey şopa şehîdên xwe bin. Ev êrîşên dawî yên ku di 20’ê Çile de li ser fermandarên me pêk hatin û êrîşa ku li zinadana hesekê pêk hat heman zihniyete. Dewleta tirk a dagirker bi taybet Erdogan bi xwe piştgirya vê zihniyeta faşîst dike û dixweze belavî her derî bike. Em weke sazî û meclîsên civaka Êzidî emê berxwe bidin û soza xwe ya spoandina rêya şehîdan dubare bikin. Tu carê jî em gav paşde navêjin. Pilanên deweta Tirk û DAİŞ’ê hemû yek pilanin û yek armancên wan hene. Bi tayabet ev êrîşa ku duh pêşket ji hêrsa Erdogan a binketina çeteytên wê yên DAİŞ’ê ne. Binketina DAİŞ’ê nekarîn rakin ji ber viya êrîşî Maxmûr, Dêrik, Şehba û Şengalê kirin, lê ev milat sozekî daye û dev ji soza xwe bernadin.
Ev devera ku em niha lê ne foca 80’ê ya bi ser Heşid Elşebiye. Ev devera ku zarokên Êzidxanê ji bo parastine civaka xwe karkirine. Êrîş li nêzî 11 cihan pêkhatiye, lê di encama êrîşan de zerarekî mezin a medî gihîştiye mal û milkê welatiyan, şehîdên me nîne tenê birîndariyekî sivik heye. Êdî em ne yên berêne ku dema êrîşekî çêdibû direviyan. Em her diçin bi hêztir dibin û her diçe zêdertir bi axa xwe ve girêdayê dibin. Di şehîd geha me de 450 şehîd hene, em soz didin wan şehîdan ku emê her li peyî şopa wan bin. em ji civaka xwe re dibêjin ku bila bên xwedî li ax, civk û şehîdên xwe derkevin.”
Mexmûr
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku şevêdinê hemwext ji aliyê balefirên dewleta Tirk a dagirker ve hat bombakirin. Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî a Mexmûrê şehîd bûne û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn. Ji şevê dinê ve penaberên wargehê li ser piyanin, ji bo di nava dorpêçê de birîndarên xwe dermanbikin di nava hewildanan de ne. Serê sibê meşek girseyî li wargehê hat kirin û piştî meşê daxwazên xwe bi daxuyaniyekê ji raya giştî re diyar kirin. Di van kêliyan de jî her du şehîdên xwe oxir dikin.