‘Divê Îran dest ji kiryar û biryarên xwe yên li hemberî jinan berde’

Nerazîbûn û bertekên li hemberî biryara darvekirinê ya Îranê li 2 jinan biriye, her diçe zêdetir dibin. Rojnamevanên jin ên Şengalê dan zanîn ku ew ê bibin dengê wan jinên ku îro rabûne ser piyan û li ber xwe didin.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal-Piştî qetilkirina Jîna Emînî li her devera Îranê jin rabûn ser piyan û têkoşîn dan meşandin. Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî her çû pêla serhildanê bilind bû. Li dijî vê yekê hikûmeta Îranê bi sedan kes binçav kirin û xistin zindanan. Rojnamevan Pexşan Ezîzî yek ji wan jinan e. Şerîfe Muhemedî jî ji bo mafên mirovan û azadiya jinan kar dida meşandin. Herdu jinên berxwedêr ên ku hatin girtin niha bi biryara darvekirinê ya li wan hatiye birîn re rûbirû ne.

Li dijî biryara darvekirinê ya li jinên Kurd Pexşan Ezîzî û Şerîfa Muhemedî hatiye birîn, rojnamevanên jin ên li Şengalê bertek nîşan dan û gotin ku wê bibin dengê rastiyê.

‘Em ê bibin dengê jinên di zindanan de’

Rojnamevan Bêrîvan Çiya got ku ew ê bibin dengê jinên di zindanan de û wiha domand: “Di serî de em biryara dewleta Îranê ya der barê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî de şermezar dikin. Yek ji wan jinan rojnamevan e, yek jî parazvana mafên mirovan û jinan e. Li Îranê ji ber ku jin rabûne ser xwe, bi taybetî tên hedefgirtin. Ne tenê li Îranê li hemû cîhanê zihniyeta zilam naxwaze jin bi pêş bikevin. Dixwaze her dem di mal de bin. Jin dixwazin bi awayekî azad bijîn û ji bo civaka xwe kar bidin meşandin.”

‘Jin pirsgirêkên civaka xwe tînin ziman’

Rojnamevan Bêrîvan Çiya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sedemên ku jin di bin hedefa desthilatdaran û wiha got: “Weke rojnamevanên jin em ê bibin dengê wan jinên ku îro rabûne ser piyan û li ber xwe didin û piştgiriyê didin wan jinên azadîxwaz. Ger ku derketin ji bo jinan were qedexekirin jî jin di nava malê de xwe û derdora xwe perwerde dikin. Em ji aliyê rojnamevanî de bibêjin îro roj jin êşa civaka xwe tînin ziman. Êşên ku dayikan kişandine radigihînin. Ji ber vê yekê jin tên hedefgirtin. Em dubare vê biryara Îranê daye şermezar dikin û dibêjin wê tu carî nikaribin dengê jinên ku niha li ber xwe didin qut bikin. Daxwaza me ji her jinê ew e ku rabe ser xwe, bindestiyê qebûl neke û li hemberî vê biryarê bisekine.”

‘Îran bi biryarên darvekirinê dê negihîje armancên xwe’

Rojnamevan Rojîn Hebabî biryaya Îranê şermezar kir û diyar kir ku her biryar û kiryarên li hemberî jinan tên kirin wê negihîjin armancên xwe û wiha got: “Em biryara dewleta Îranê daye şermezar dikin û li dijî her êrîşeke li hemberî jin tê kirin disekinin û dibêjin, wê tu carî êrîşên wan negihîjin armancên xwe. Ji ber ku jin rabûne ser piyan û têkoşînê didin meşandin. Îro roj li her qada jiyanê bi taybetî, li Îranê jin rastî êrîşên qirker tên. Piştî kuştina Jîna Emînî her jinek li Îranê dest bi têkoşînê kir û dê tu carî jin li hemberî zihniyeta zilam û dewletê serî netewînin.”

‘Em ê rastiyan ragihînin’

Rojnamevan Rojîn Hebabî di dawiyê de da zanîn ku divê Îran dest ji biryarên darvekirina mirovan berde û wiha bi dawî kir: “Bi çi rêbazî êrîşî jinan bikin jî dê jin tu carî paşve gav navêjin û serî netewînin. Pexşan Ezîzî dixwest bibe dengê jinan û rastiyê ragihîne. Şerîfer Muhemedî jî ji bo azadiya jinan kar dida meşandin. Em piştgiriyê didin hemû jinên di zindanana de li ber xwe didin. Weke ragihandina jinan; em ê bibin dengê heqîqetê û weke Pexşan û Şerîfe her dem hewl bifin rastiyê ragihînin. Em dibêjin bila dewleta Îranê dest ji kiryar û biryarên xwe yên li hemberî jinan berde ji ber ku wê negihîje armanca xwe. Jin dizanin wê çawa azad bibin. Her wiha dubare em vê biryarê şermezar dikin. Weke ragihendina jinên Şengalê, em piştgiriyê didin kampanyaya (YRJ) ya li Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin.”