Dirûşmên Talîbanê yên li ser dîwaran bûn sedema hêrsa jinan

Li Kabîlê piştî pêla dawî ya girtina jinan, Wezareta Polîsên Exlaq ên Talîbanê, li ser dîwarên bajêr dirûşmên li ser nixumandina jinan hatin nivîsandin. Dirûşm, ji aliyê jinan ve li ser medyaya dîjîtal rastî bertekên mezin hatin.

BAHARAN LEHÎB

Kabîl – Li Kabîlê piştî pêla dawî ya girtina jinan, Wezareta Polîsên Exlaq ên Talîbanê, li ser dîwarên bajêr bi dirûşmên li ser nixumandina jinan hatin nivîsandin. Ev dirûşm mîna nîşaneyeke polîtîkayên ku armanc dikin jinan biçûk bixin û bigrin bin zextê, tên dîtin. Li gorî îfadeyên şahidan, piraniya van dirûşman ji zimanê rejîma Îranê hatine girtin û yek ji van dirûşman jî b ivî awayî hatiye nivîsandin: “Xwişka min! Min rengê xwîna xwe bi serpoşa te emanet hişt!” Talîbanê van dirûşman li ser dîwarên Kabîlê daye nivîsandin.

Lê belê gel, bi van dirûşm û tevgerên Talîbanê tinaz dike û vê yekê wekî amûra domandina zilmê pênase dikin. Molayên alîgirên Talîbanê, di nimêja Înê de van polîtîkayan diparêzin û bi taybetî li dijî jinan gotinên biçûkxistinê dibêjin.

Piştî daxuyaniyên jinan ên li dijî bi darê zorê tazîkirin û îşkenceya li ser jinan, molayek ji parêzgeha Panşîrê ji Talîbanê re wiha got: “Divê ev jin li qadên Kabîlê bi awayekî ji gel re vekirî bên tazîkirin.”

Gotinên Talîbanê bûn sedema tinaz û bertekan

Piştî zêdebûna pêla dawî ya girtinê, melayê Mizgefta Abdulreman a li Kabîlê Mehmûd Zakharî, girtinên Talîbanê û polîtîkayên Wezareta Polîsên Exlaq parast û wiha got: “Divê jin li koşeyên herî tarî li mala xwe bin û bêyî mahremên xwe dernekevin derva. Divê hemû beden û rûye wan bê nixumandin û tenê bi çavekî rê bibînin.” Van daxuyaniyan, bi taybetî di nava jinan de li ser medyaya dîjîtal bûn mijara tinazan û rastî bertekên mezin hatin. Hinekan şermezar kir û hinekan jî wiha nivîsandin: “Ger kontrola rewşa hewayê di destên Talîbanê de bûya, bêguman dê nefesgirtina jinan qedexe kiriba.”

Jinên ku rizgar dibin bi guman jiyana xwe ji dest didin

Komekî jinên ku ji Talîbanê rizgarbûne, heta niha jî bi pirsgirêkên fîzîkî û derûnî re têdikoşin û hinek ji wan jî bi guman jiyana xwe ji dest didin. Di pêvajoya girtinên beriya niha de, hinek jin winda bûn û hinek piştî ku bi kefaletê hatin berdan, nikaribûn vegerin jiyana xwe ya asayî.

Hemwelatiyek rojavayê Kabîlê, diyar kir ku cenazeyê jinek aliyê Wezareta Polîsên Exlaq a Talîbanê ve hatibû girtin, piştî 24 seatan ji malbata wê re hatiye şandin û di bedana wê de şopên îşkenceyê hebûne her wiha gef li malbata wê hatibû xwarin ku têkildarî cînayetê neaxivîn.”

Jinên tên girtin rastî îşkenceyên giran tên

Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan û saziyên ragihandinê yên navneteweyî, bi taybetî The Guardîan û Women Tîmes, di raporên xwe de ragihandin ku polîtîkayên Talîbanê tenê bi gefên devkî re sînordar nûn in, veguherîne rêze pêkanînên ku bûne sedema girtin, îşkence û qetilkirina jinan. Li gorî rapora The Guardian a sala 2023’an, herî kêm bi dehan jin bêyî biryara girtinê bi sûcdariya "xwepêçandina xirab" an jî "beşdarbûna xwepêşandanan" hatine girtin û di girtîgehên Talîbanê de rastî îşkenceyên giran hatine. Di nava van îşkenceyan de, lêdana bi kabloyan, şoka elektrîkê, qamçîkirin, bêparkirina av û xwarinê û tazîkirina bi darê zorê heye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di rapora xwe ya sala 2024’an de, kiryarên Talîbanê mîna sûcên li dijî mirovahiyê pênase kir. Di raporê de hat diyarkirin ku dirûşm û nivîsên li ser dîwaran ji bo tirsandin û şikandina îradeya jinan, zexteke derûnî ya hatiye plankirin e.

Bertekên jinan ên li dijî Talîbanê

Piştî girtinên dawî û çîrokên bi êş, jinan li hemberê dirûşmên zextker ên li ser dîwarên bajêr hatine nivîsandin bertek nîşan dan û Talîbanê mîna ‘Mirovên Serdema Kevir’, ‘Kesên Serdema Navîn’ û ‘Kesên heqeret li mafên jinan dikin’ bi nav kirin û wan şermezar kirin.

Ruxmê van hemû zextan jî jinan di salvegera 4’emîn a rêveberiya Talîbanê de jî bêîtaetiya xwe ya sivîl domandin. Her çendî gotinên biçûkxistinê yên Talîbanê, xwenixumandin û sînorên olî dide ferzkirin jî di rastiyê de van gotinan veguherîne zext, gef û biçûkxistina jinên Efganistanê.

Pisporên pirsgirêkên civakî, diyar dikin ku zimanê biçûkxistn û zextker ê Talîbanê li dijî jinan ne tenê kêmbûna rewatiya wan nîşan dide, di heman demê de tirsa komê ya li dijî beşdarbûn û rola jinan a di civakê de jî nîşan dide. Li gorî pisporan, polîtîkayên bi vî rengî wê jinan bêdeng nekin, berevajî vê yekê, di nava nifşên ciwan de pêleke nû ya berxwedan û bêîtaeliya sivîl bide destpêkirin. Ev nîşf ruxmê hemû qedexeyan jî ji bo azadî û wekhevî dê her dem di nava lêgerînek de be.