Dîma Fayyad a ji Suweydayê: Gel bi revandin û îşkenceyê re rû bi rû ye

Dîma Fayyad, jinek ku şahidiya bûyerên li bajarê Suweydayê kiriye, got: “Sivîl rastî revandinê tên, bi ava vexwarinê jehrî dibin, malan digrin, dikanan didizin, gihîştina dermanan tê astengkirin. Kal û pîr tên îşkencekirin.”

Suweyda – Sûriye di demên dawî de ji ber binpêkirinên ku ji hêla cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve li dijî mezhebên cûrbecûr ên li welêt têne kirin, di nav tengezariyên siyasî û ewlehiyê de ye. Civakên Elewî û Durzî van êrîşên hovane yên ku sivîlan hedef digirin dîtine, û ti rêyek astengkirinê tune ku pêşî li van êrîşan bigire.

Bajarê Suweydayê ji nîvê Tîrmeha îsal ve bûye qada pevçûnên xwînî. Di van pevçûnan de bi dehan kes hatine kuştin an jî birîndar bûne. Raport destnîşan dikin ku hêzên Heyet Tehrîr el-Şam binpêkirinên cidî li dijî sivîlan kirine. Ev binpêkirin kuştin, revandin, talankirin û wêrankirina milkê ne.

Gelê Sûweydayê dibe şahidê kiryarên dermirovî

Di tomarkirineke vîdyoyî de ku ji ajansa me re hatiye şandin, Dîma Fayyad ku şahidê bûyerên ku bi rojan e li bajarê Suweydayê diqewimin bûye, got: "Gelê bajêr ji aliyê komên bi navê 'ewlehiya giştî' û 'parastina sivîl' ve tê êrîşkirin, ku bi hikûmeta Sûriyeyê û milîsên wê yên çekdar ve girêdayî ne. Ev kom bi çekên giran deverên niştecihbûnê hedef digirin û rasterast guleyan li sivîlan dibarînin, bi eşkereyî ewlehî û jiyana wan tehdît dikin."

Ava vexwarinê tê jehrîkirin

Dîma Fayyad wiha got: “Sivîl rastî revandinê tên, bi ava vexwarinê jehrî dibin, malan digrin, dikanan didizin, gihîştina dermanan tê astengkirin û elektrîk qut dibe. Kal û pîr tên îşkencekirin û dû re tên kuştin; zarok li ber çavên dayikên wan tên kuştin. Li Nexweşxaneya Suweydayê, êrîşî personelên bijîşkî û nexweşan tê kirin; birîndar li ser bingeha etnîsîteyê tên kuştin.”

Feyad tekez kir ku her çend pevçûn qismî ji navenda bajêr dûr ketine jî, gef hîn jî berdewam dikin û got, "Em hîn jî gefên bersiveke tundtir werdigirin."