Dîlan Îzol serdana Emîne Şenyaşar kir

Dîlan Îzol a ku malbata wê ji aliyê birayên Zulfîkar Îzol ê AKP’î ve hatibûn qetilkirin; çû serdana Emîne Şenyaşar a ku heman aqubet hatibû serê malbata wê û ji bo edalet bi cih were 16 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê li dar dixe.

 
Riha –Li Pirsûsa Rihayê deh roj beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an parêzer û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê endamên malbata Şenyaşar kiribûn, di encamê de hevjînê Emîn Şenyaşar Hecî Esvet û kurên wê Adil û Celal hatibûn qetilkirin. Ji malbatê her sê bira Fadil Ferît û Mehmed jî birîndar bûbûn. Fadil dema ku hê li nexweşxaneyê derman dibû hatibû binçavkirin û dûr jî hatibû girtin. Tevî ku sê sal di ser bûyerê re derbas bûye jî, kujer nehatine girtin ji ber vê yekê Emîne û kurê xwe Ferît li pêşiya Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê li dar xistin û 16 roj e tevî astengî û mercên hewayê jî didomînin. 
Di roja 16’emîn a çalakiyê de Dîlan Îzol a ku di 15’ê Hezîrana 2019’an de li taxa Çeltîk a girêdayî Siwêregê di navbera malbata wê û ji heman eşîretê îzoliyan de ji ber mijara erazî li hev nekiribûn pevçûn derketibû, di encamê de birayên Zulfîkar Îzol ê AKP’î bi çekan êrîş kiribûn, dê, bav û hevjîna birayê wê û xizmek wê yê din hatibûn qetilkirin, hat serdana Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar.  
‘Dê ev pergal wiha nedome’
Dîlan Îzol di sohbeta bi Emîne Şenyaşar re diyar kir ku her du bûyerên qetliamê ji hev ne cuda ne û da zanîn ku ew destek didin çalakiya “edaletê.” Emîne û Dîlan li ser “pêvajoya darazê” ya her du bûyeran agahî dan hev. Dema ku Dîlanê behsa tiştên jiyabûn kir, rondikên çavên Emîne Şenyaşar wekî baranê hatin xwarê, piştî çend lorîkên bi Kurdî got “Ev pergal wiha nadome” û bal kişand ku divê demek zû edalet pêk were.