Dibistana di nava xwezayê de xwendekaran kêfxweş dike
Dibistanek li Seraw Subhan Axa ya Seyîdsadiqê, ji ber şinahiya zêde ya li derdorê bûye baxçeyek û gelek fêkî tê de hene.
MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helebce - Dibistana Şem li Serwaya Subhan Axa li Seyîdsadiqê ji cihekî bê şînahî veguheriye baxçeyek kes û gelek fêkî yên wekî hinar, hêjir û zeytûn tê de çandine, salane van berheman difiroşin û dahata wê ji bo xizmeta dibistanê xerc dikin.
Mamosteya dibistana Şem Tara Teha Suzan Serkewt diyar kir ku xweza bandorek rasterast li ser mirovan dike, bi taybetî di aliyê derûnî de bandorek zêde li ser perwerdeya zarokan çêdike.
Mamoste Tara destnîşan kir ku di baxçeyê dibistanê hema bibêje her cure fêkî hene û kom dikin, di bazarê de difiroşin. Piştre dahata wê ji bo pêwîstiyên dibistanê û xwendekaran bi kar tînin. Ev cihê şîn wisa dike ku xwendekar û mamoste kêfxweş bibin.
‘Dahata berheman hemû ji bo xizmeta dibistanê ye’
Mamoste Suzan Serkewt da zanîn ku cudahiya xwezaya vê dibistanê ji dibistanên din, zêdebûna şînahiya wê ye û wiha got: “Cihek guncaw e û em dikaribûn xwezayek bi tendirust ji bo zarokan ava bikin. Ji bo wê em di wê hêviyê de ne perwerde û fêrkirina zarokan ji zarokên dibistanên din cudatir be. Mamoste û xwendejar ji vê xwezayê gelek hez dikin û pir pê kêfxweş dibin, tê de perwerde dibînin û hêvî dikin sal bi sal xwezaya wê dewlemendtir bibe.”