Di xwepêşandanên li Îranê de hejmara miriyan gihîşt 148’an

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku di xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de 148 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin, bang kir ku divê civaka navneteweyî sûcên nû yên Îran pêk tîne, lêkolîn bike.

Navenda Nûçeyan – Qetilkrina Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li hemû cîhanê rastî bertekên mezin hat, çalakiyên şermezarkirinê yên gelên li bajarên Îran û Rojhilat derdikevin qadan, 16 roj in didomin.

Rê li trafîkê girtin

Îro jî li bajarê Lalezar ê Tahranê bi dirûşmên li dijî rêberê Komara Îslamî ya Îranê Hamaneyê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di heman demê de xwendekarên Zanîngeha Teknîkî ya Tahranê û Zanîngeha Babolser a Mazenderanê jî îro çalakî li dar xistin.

Li bajarê Esfehanê jî çalakvan daketin kolanan û riya ku diçe Herêma Pîşesazî ya Şahpûryanê girtin.

Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê, xwendekarên zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Kurdistanê û xwendekarên zanîngeha Razî ya Kirmanşanê jî dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li kolanan berz kirin.

"Qetlîam sûcê mirovahiyê ye"

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê û Kampanyaya Çalakvanên Belûç êrîş û komkujiya hêzên rejîma Îranê li dijî çalakvanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi tundî şermezar kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di xwepêşandanan de 148 kes hatine qetilkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Qetilkirina çalakvanan û bi taybetî jî komkujiya li Zahîdanê pêk hat, sûcê mirovahiyê ye. Divê civaka navdewletî sûcen nû yên Îran pêk tîne, lêkolînê bike.”