‘Di Sûriyeya nû de pêwîst e çîrokên koçberiyê bi dawî bibin’
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Cizîrê Zehra Semo destnîşan kir ku di Sûriyeya nû de divê çîrokên ji ber êşa koçberiyê bi dawî bibin û her koçberek li mala xwe û li ser axa xwe bi aramî bijî.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 13 sal in li dijî her cûre êrişan bi pêşengiya jinan, gel di nav berxwedanê de ye. Bi êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Şehbayê di nav salan de bi hezaran kes neçar man ji bo ewlehiya jiyana xwe dev ji bajarên xwe berdin.
Tenê li Cizîrê 6 kampên koçberiyê
Tenê di Kantona Cizîrê de 6 kampên koçberan hene. Li kampa Serêkaniyê 2 hezar û 643, li kampa Waşokanî 16 hezar û 184, li kampa Newrozê 5726, li kampa Erîşa 13 hezar û 274 û li kampa Roj 818 malbat dijîn. Bi êrişên dawiyê yên dewleta Tirk li ser Şehba û Til Rifetê pêk anî bi deh hezaran koçberên ku piştî dagirkirina Efrînê koçber bûbûn, berê xwe dan herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Li kampa Holê ya ku malbatên DAIŞ’î lê dimînin jî, 4 hezar û 371 malbatên Sûriyeyî, 4 hezar û 505 Îraqî û hezar û 897 malbatên biyanî dijîn.
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Cizîrê Zehra Semo têkildarî polîtîkayên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi darê zorê koçberkirinê û rewşa koçberên li herêmê ji ajansa me re axivî. Zehra Semo anî ziman ku di nav geşedanên heyî de behsa ‘Sûriyeya nû’ tê kirin divê destpêkê koçberên ku ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk neçar mane koçber bibin vegerin bajarên xwe.
‘Êşa herî giran ku gelê Sûriyeyê dikşîne, koçberî ye’
Zehra Semo da zanîn ku piştî hilweşandina rejîma Beasê, hêviya koçberan a bi vegerê zindî bûye, lê heya niha hikûmeta demkî ji bo koçberan tu gav navêtiye. Zehra Semo wiha got: “Piştî hilweşandina rejîma Beasê, gelê Sûriyeyê bi hêvî bû ku bi awayek azad li ser xaka xwe û li mala xwe bijî. Piştî hikûmeta nû ya demkî li Sûriyeyê hat avakirin, mixabin şer bi dawî nebû, koçberî dewam dike û sivîl tên qetilkirin. Yek ji êşên herî giran ku gelê Sûriyeyê ji destpêka aloziyê heta îro dikşîne, koçberî ye. Jin û zarok jî rastî vê êşê tên, heya niha ev xal nehatiye çareserkirin û hê jî êrîş û kiryarên dijîmirovî li herêmên dagirkirî didomin”
‘Hê jî êrîşên dewleta Tirk li ser sivîlan didomin’
Zehra balkişand ser dewamkirina êrîş, koçberkirin û kiryarên dijmirovî ku li Sûriyeyê berdewam dikin û ev pirsgirêk wiha anîn ziman: “Tevî ku agirbest hat îlankirin û diviyabû li Sûriyeyê rewşek bi aramî çêbûya, lê ev yek nehatiye pêkanîn. Hê jî êrîşên dewleta Tirk li ser sivîlan didomin, qetilkirin û koçberkirin li Sûriyeyê tê meşandin. Ji van êrîş û binpêkirinên mafên mirovan ku li Sûriyeyê pêk tên, hikûmeta demkî berpirsyar e. Di vê qonaxa ku Sûriye tê de derbas dibe de, dem hatiye her koçberek vegere ser axa xwe û di mala xwe de bijî çi li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî divê bijîn. Koçber di nava çalakiyan de ne, mayîna wan di kampan de bi xwe çalakiyek e. Peyama wan ev e: “Ez ê vegerim bajarê xwe.” 6 kamp li kantona Cizîrê hatine avakirin û heya niha hikûmeta demkî ji bo vegera wan a malên wan tu gav navêtiye. Dema ku hikûmeteke nû were erkdarkirin, pêwîst e mijara koçberan a sereke be û çareser bibe.”
‘Berxwedana Bendava Tişrînê girêdana gel a bi axê re bi xwe diyar dike’
Zehra berxwedana gel a li Bendava Tişrînê pîroz kir û da zanîn ku li bendavê dilsoziya gel a bi ax û pergela xwe re, bersiva gel a wek îsrar li ser xeta berxwedaniyê ye. Zehra Semo wiha got: “Em dibînin heya vê kêliyê jî êrîşên dewleta Tirk li ser Bendava Tişrînê didomin. Gelo heya niha çima hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dengê xwe nake? Bila her kes baş bizanibe ku gel gihîştiye wê baweriyê, bê ax û mala xwe nikare bijî. Nobedariya li Bendava Tişrînê, dilsoziya gel a bi ax, mal û welat re nîşan dide. Ruhê gelê şoreşegerî li wir zindî ye. Kes nikare îradeya gel bişkîne, gel îro daxwaza mafên xwe dike û heya mafên xwe misoger neke, ewê nesekine.”
‘Rola jinan esas e û daxwaz Sûriyeya ne navendî ye’
Zehra bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo vegera koçberan bi berpirsyarî û wijdanî kar bikin. Zehra axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hikûmeta nû ya demkî pêwîst e li gorî rastiya gelên Sûriyeyê kar û xebatên xwe bimeşîne. Divê rola jinan li berçav bigre. Li aliyê din divê rengê pêkhateyên Sûriyeyê were pejirandin û ji bo vegera her koçberek û bidawîbûna çîroka êşa koçberiyê, kar û xebat bimeşîne, da ku em Sûriyeya nû ya ne navendî misoger bikin.”