Di stargeha çû de axaftina bi zimanê Kurdî hat qedexekirin!

Jina ku li Dêrikê yek jê cerdevan ji aliyê 5 mêran ve rastî destdirêjiyê hat, di stargeha çû de jî rastî cudakariyê hat. Di lêpirsîna ku bi giliya jinê hat vekirin de biryara neşopandinê hat dayîn û di stargehê de jî bi zimanê Kurdî hat qedexekirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdîn- Di dîroka Îlona 2023'an de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jineke 22 salî ji aliyê cerdevan Yakup Akyol û hevalên wî Çetîn Tag, Suud Çelîk û Harun Yilmaz ve bi şantajê re rastî destdirêjiya bi pergalî hat. Bûyera tê jiyîn salek û nîv berdewam dike, jin derbarê kiryaran de gilî kir û îfade da. Kiryarên ku piştî îfadeyê hatin binçavkirin hatin berdan, dozger ji lêpirsînê re biryara neşopandinê da. Parêzer Dîlan Koç a biryar nirxand û hûrgiliyên dosyayê wiha got: "Muwekîla min di vê pêvajoyê de hem rastî cudakarî û hem jî bêhiqûqiyê hat."

Dozgerî tevî delîlan jî biryara neşopandinê da!

Di nûçeya ku ewilî Ahmet Kanbal a ji Ajansa Mezopotamyayê amadekir de, kiryarên hatine binçavkirin di îfadeyên xwe yên ewil de bi gotinên wek "rizaya wê hebû" û "îftîra" hewl dan parastina xwe bikin. Lêpirsîna ku têkildarê kiryarên ku piştî girtina îfadeyan xwe bi qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan hat vekirin, bi hinceta dozgeriyê ya têkildarî destdirêjî û fuhuşê "delîlên têrker tune" û mexdûr piştî sal û nîvekê serî li dozgeriyê daye “li dijî herikîna asayî ya jiyanê” biryara neşopandinê da.

‘Îfadeyên jinê nehat esas girtin’

Parêzera dosyayê Dîlan Koç a îtîraz li biryarê kir, da zanîn jin di vê pêvajoyê de rastî binpêkirinên gelek cidî hatiye. Dîlan Koç, diyar kir bilî êrîşa zayendî ya bipergalî, muwekîla wê ji aliyê apê wê ve jî hatiye xwestin bê zewicandin û da zanîn biryara dozgeriyê bi tu şewazê nayê fêmkirin. Dîlan Koç, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Muwekîla min wêrektiya xwe kom kir û bi daxwaza sûcên li dijî wê bêceza neyên hiştin li dozgeriyê îfade da û lêpirsîn hat destpêkirin. Di encama lêpirsînê de îfadeyên kiryaran hatin girtin, hemû îfadeyên kiryar derbasdar hate qebûlkirin û îfadeyên jinê nerast hatin dîtin. Hewildana du întîxarê ya jinê jî ji bo meqema dozgeriyê wek delîl nehatiye qebûlkirin. Dîsa li erdnîgariya ku em lê dijîn, zehmetiya jineke ciwan a vegotina tundiya bipergalî û êrîşa zayendî li dijî muwekîla min hat nirxandin û bi hincet nîşandana demê derbasbûyî der barê her 5 gumanbaran de biryara neşopandinê da.”

‘Di stargeha çû de axaftina bi zimanê Kurdî hat qedexekirin!

Dîlan Koç, da zanîn muwekîla wê di stargeha ku piştî bûyerê ji bo parastina çû de jî rastî cudakariyê hatiye û diyar kir ku muwekîla wê ya li stargehê bi Kurdî diaxivî rastî bertekan hatiye û axaftina wê ya bi zimanê Kurdî hatiye qedexekirin. Dîlan Koç, der barê mijarê de wiha got: “Muwekîla min li stargehek jinan a li yek ji parêzgehên Tirkiyê bi dayikek Kurd û keça wê re bi zimanê Kurdî ku xwe herî rehet hîs dikin têkilî daniye. Li ser vê yekê rastî bertek jinek ku xwest wan bêdeng bike û nedixwestin bi Kurdî biaxivin tê.  Muwekîla min li dijî vê yekê li ber xwe da û gazî erkdar hatiye kirin. Li ser vê yekê erkdar û yek ji amîrên saziyê gotine axaftina bi zimanê Kurdî qedexe ye û careke din destûr nedin bi zimanê Kurdî biaxivin. Muwekîla ku bi travmaya êrîşa zayendî, gef û şantajê re têdikoşe, rastî cudakariyê jî hat û ev yek jî bû sedem carek din rastî binpêkirina mafên be.”

‘Xwestin ku zû dosyayê bigrin’

Dîlan Koç diyarkir ku biryar berhemê polîtakayên bêcezatiyê ne û da zanîn ku îtîrazên pêwîst kirine û destnîşan kir ku di lêpirsina bi mehan berdewam kirî de tişta ku hatî lêkolînkirin tenê telefona fail bû û wiha got: “Pêkanîna nîşandana cih li muwekîl, di beyana muwekîl de kesên weke şehid derbas bûne serî lê îfedeyê dan, weke rapora Tiba Edlî diyarkirî tu xususên weke pêvajoya psîkiyatrî ya muwekîl were sewqkirin û bêyî ku serî lê bidin hewl dan dosyayê bigrin. Tesbîtkirina belgeyan zehmete û bi giştî di nava çar dîwaran de di mekanên girtî de di dosyayên êrişên zayendî de ji mexdûran tê xwestin bi belgeyên eşkere pêşkêş bikin, weke ku xizmetê ji polîtakayê bêcezatiyê re xizmetê bikin e. Cardin dema dirêj ya serde derbas bûyî, ji ber biryara dozger divî alî de, divê dest li dijî jinan nirxandinê were berdan.”

Kiryaran bi unîformayên xwe li pişt zirxan diparêzên û suc dikin’

Dîlan Koç herî dawî de ev tişt got: “Li vê derê em dixwazin divê mijarê de îfade bikin ku di dosyayên kiryar unîformayî ye, divê bi hesasyetek hê zêdetir tevger were kirin. Yan jî wê kiryara bi unîforma, xwe li pişt zirxan biparêzin û sucên li dijî jinan bi asantir pêkbînin. Di dosyayên taybet de, em dixwazin bidin diyarkirin ku, emê hemû îtirazên xwe bikin û heta dawiyê bişopînin.”