Di şewata kon de zarokek jiyana xwe ji dest da

Ji Elîf Mislina Eker a 4 salî ku ji ber şewata ku di konê ku kesên ji erdhejê xilas bûbûn derketibû de tevî sê xwuşk û birayên xwe birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Îskenderûn a Hatayê bi şev di konê ku mexdûrên erdhejê lê diman de şewat derket. Di şewata ku tê texmînkirin ji elektrîkê derketiye Ertuğ Veli Eker (18), Yeşîm Eker (17) û Elîf Mislina Eker (4) birîndar bûn. 

Ji xwişk û birayên ku rewşa wê giran bû Elîf Mislîna Eker jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din hat zanîn ku piraniya bedena Yeşîm Eker şewitiye û tedawiya wê didome.