Di serhildanên li Îranê de gelek kes hatine girtin û dadgehkirin
Zêdetirî şeş hefte ye serhildanên li seranserê Îranê berdewam dikin, rejîma Îranê ji bo qutkirina dengê xwepêşander, çalakvan, xwendekar û hemwelatiyan li ser kar e.
Navenda Nûçeyan- Serhildanên li seranserê Îranê zêdetirî şeş hefte ne berdewam dikin, komara Îslamê ji bo kontrolkirina nerazîbûnan û parastina desthilatdariya xwe gefa girtinê li çalakvan û hemwelatiyan dixwe.
Li gorî nûçeyên ku duh hatine belavkirin, nêzî 15 xwendekar dema ji dibistanê derdiketin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li zanîngeha Azadi Îslamşar hatin girtin. Nasnameya hejmarek ji kesên ku hatine girtin wiha ne; Mehda Fetuhî, Muhdese Mirzayî, Eşkan Baqwiyî, Ayda Rûstemî, Mehirdad Qedemî, Mihemed Mehdî Cehandîde û Îlham Yusuf.
Her wiha femînîst û çalakvana mafê jina Merziye Ziyarî li mala xwe hat girtin. Li gorî çavkaniyan Merziye ji ber ku ne amade bû derî veke, bi sê wesayîdan hatibûn ber deriyê malê û di ser diwar de xwe avêtin malê û bi zorê Merziye girtin.
Bi dehan kes hatin girtin
Hilya Berxî ya bi temen 18 salî ya ji niştecihên Tahranê, Mihemed Şîxala yê xelkê Şînawaya Pîranşare û Henya Ezîzî xelkê Bûkane, Mîn Selimî xelkê Serdeştê, Eyub Xawerî xelkê Merîwanê û Zanyar Neberdî xelkê Mihabate, Şeyma Yusuf û Perînas Muradî li dibistana gundê Derleka Mihabadê hatin girtin. Her wiha Hemase Parsa Nusînde aktora sînemayê ji ber belavkirina piştgiriya serhildanê hat girtin.
Li gorî agahiyan Komara Îslamê ya Îranê bi avakirina dadgeha bilind ji bo xwepêşanderan hewl dide di nava hemwelatiyan û ji bo kontrolkirina serhildanê terorê zêde bike.
Cihê bibîrxistinê ye di çend rojên borî de ciwanek bi temen 21 salî ji ber beşdarî nerazîbûnan bûbû ji aliyê dadgeha Felayî ve cezayê sêdarê lê hat birîn.