Di ser komkujiya Enqereyê de 9 sal derbas bû: Xetera DAIŞ’ê didome

Di ser komkujiya 10 Cotmehê ya Enqereyê 9 sal derbas bû. Parêzer Îlke Işik behsa têkoşîna ku dimeşînin kir û got: “Hê jî xetera DAIŞ’ê heye.”

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Di 10 Cotmeha 2015’an de bi hezaran kesên ku ji bo dengê aştiyê bilind bikin  tevli Mîtînga Aştiyê bûn, DAIŞ’ê di mîtîngê de çalakiya xwekuj pêk anî. Di komkujiya ku di dîroka Tirkiyeyê de komkujiya herî mezin tê binavkirin de, 103 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes birîndar bûn. Kesên ku bûn şahidên komkujiyê hê jî di bîra wan de şopên ku tu carî nayên jêbirin mane.

Hemu cîhan di sala 2015’an de bi êrîşên rêxistineke hovane, dijmirovî ku xwe weke DAIŞ’ê da naskirin, hejiya. Pêvajoyek ku jinên Êzidî di bazarên koleyan de hatin firotin, bi komkujiyên DAIŞ’ê re dagirkeriya bajaran hat jiyîn. Beriya ku komkujiya 10’ê Cotmehê pêk were li Tirkiyeyê jî pêvajoya pevçûn, şer û komkujiyê dihat jiyîn. DAIŞ perçeyek ji van pevçûnan bû. Tirkiye ji bo DAIŞ’ê her dem bûye welatek guncav. DAIŞ’a ku sînorên Tirkiyeyê bi rehetî derbas dikir, ji xwe re riyên pir rehet dîtibû.

Ji bo AKP û hevkarên wê yên desthilatdar ên ku di hilbijartinên Hezîrana 2015’an de bi ser neketin, tirsa ku bi qetlîamê afirandin an jî wê bihata afirandin jî wê bibûna diyarkerê hilbijartinên meha Mijdarê. Di komkujiya 10’Cotmeha  2015’an ya Enqereyê de çi hat jiyîn? Berê û piştî komkujiyê çi hat jiyîn? Têkoşîna edaletê çawa bi encam bû? Me li ser van hemûyan bi endama Komîsyona Parêzerên Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê Îlke Işik re axivî.

Îlke Işik di destpêka axaftina xwe de behsa Tirkiyeya 2015’an kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hilbijartinên Hezîranê derbas bibû. Piştî vê hikumet hilbijartinê qebûl nekir. Hikumet nehat avakirin, koalîsyon nehat avakirin û li pêşberî me desthilatdariyek ku ber bi pevçûnê ve diçe hebû. Roja 10’ê Cotmeha 2015’an jî ji ber vê sedemê mîtîng hat lidarxistin. Hêzên ked, aştî û demokrasiyê yên welat ji bo ku ji şer û rewşa şer a ku welat careke din bikeve navê re bibêjin na û daxwaza aştiyê bikin, mîtîngek mezin organîze kirin.

‘Em hê jî sala 2015’an dijîn’

Îlke Işik di berdewamiya axaftina xwe de got ku hê jî ji bo gelek kesan, behskirina vê rojê pir zehmet e û ji bo hinek kesan wê rojê jiyan sekinîbû û wiha gotinên xwe domand: “Jiyan vê rojê sekînî bes em di nav tiştek wisa de ne ku 9 sal in jiyana xwe didomînin. Piştî komkujiyê tiştek wek berê nema. Beriya 2015’an jî tiştek li welat ne cuda bû. Wê rojê Burhan Kuzu gotibû yan jî serokomar gotibû ‘hûn li welat kaos dixwazin waye ji were kaos.’ gotibû ‘400 vekîl bidin ev kar xelas bûye.’ Piştî hilbijartinê wê vê rojê me dan jiyankirin. AKP’a ku hilbijartinê winda kir bi zext û kaosê vê yekê kir. Sedat Peker jî gotibû ‘bi îsrar dixwestin kaosek derxin min jî tiştê ku ket ser milên min pêk anî’ ev tişt pêk hat. Welatek bi zextê û tundiyê hat birêvebirin. Me bi hev re pêvajoya 2015’an jiya û hê jî em dijîn. Welat bûye zindanek servekirî.”

Bi komkujiyê re hikumetê guhertin

Îlke Işik got: "Tişta ku me li pêşberî xwe dît, dewleteke xwedî hemû mekanîzmayên desthilatdarî, dadwerî û dozgeriyê ye ku DAIŞ komkujiyên xwe didomîne, rê dide DAIŞ’î li welat bigerin û xwe nîşan bidin.” Îlke Işik diyar kir ku tam ev rewşa hevpar û rêxistinbûnê di 10'ê Cotmeha 2015'an de pêk hatiye. Îlke Işik, da zanîn ku komkujî di navbera hilbijartinên Hezîran û Mijdarê de bi awayekî vekirî pêk hatiye û got, “AKP'î û nûnerên wan ji gotinên xwe dudil nebûn û ji vê gotinê dûr neketin. Divê qet neyê jibîrkirin ji bo ku bizanibin beriya komkujiyê di çi rewşê de ne bi anketan rewşa xwe kontrol kirin. Komkujî ji ber vê sedemê hat kirin û piştî vê rewşa civakî, siyasî guhertin, komkujiyek bû sedem ji bo careke din AKP were avakirin. Em dikarin bi rehetî vê bînin ser ziman.”

‘Nikaribûn li pêşiya DAIŞ’ê bibin asteng’

Îlke Işik wiha gotinên xwe domand: “Divê pêvajoya 2015’an ji bo cîhanê, Rojhilata Navîn û taybetî jî ji bo Tirkiyeyê tu carî neyê jibîrkirin. DAIŞ’ê di wê pêvajoyê de xilafeta xwe ragihand. Bajaran dagir kir, mirovan kuşt, jinan kir kole. Me koletiyê di sla 2015’an de dît. Pêvajoyek ku jin dihatin esîrgirtin û kolekirin. Li Şengalê tiştên ku Êzidiyan jiyan kirin divê tu carî neyê jibîrkirin. Hê jî bi hezaran zarokên keç winda ne, bi hezaran jin winda ne û xizmên wan hewl didin bi pere wan rizgar bikin.

Wê demê Tirkiye bi DAIŞ’ê re cîranê sînor bû, ji bîr nekin, hikûmetek hebû ku ji DAIŞ’ê re digotin ‘zarokên bi hêrs’ û heta niha jî ev dewlet bi heman awayî li ser vî welatî desthilatdariya xwe didomîne. Tu carî pêşî li DAIŞ'ê negirtin

Tekîliyên ku derketin holê

Îlke Işîk têkiliyên ku piştî komkujiyê derketin holê nirxand û got: “Em ji belgeyên ku me di pêvajoya darizandinê de bi zehmetî bi dest xistine, dibînin ku DAIŞ li ser sînor e. Kes sînor kontrol nake. Çeteyên DAIŞ'ê tên û diçin, cebilxane dişînin û kontrol dikin. Kesê bi navê Îlhamî Balî rêveberê sînor ê DAIŞ’ê ye û deriyên sînor kontrol dike. Ferman dide qaçaxçiyan. Bi leşker û fermandarên sînor re diaxive gefê li wan dixwe. Jixwe her tişt ew diyar dike.” Îlke Işik, diyar kir ku DAIŞ bi van têkiliyan derbasî gelek deverên Tirkiye û Ewropayê bûye û got: “Pratîkek heye ku pêşî li vê yekê nagire û ji bo pêşîlêgirtinê jî tiştekî nake. Li vî welatî pratîkeke ku ev demeke dirêj e têkiliyên bi DAIŞ'ê re tên kirin, tê tehemmulkirin, destûr tê dayîn û bi saya vê jî DAIŞ'ê ne tenê komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê pêk anî. Em behsa 5-6 qetlîamên ku bi bombekirina avahiyên HDP'ê yên Mêrsîn û Edeneyê dest pê kirin mîtînga HDP'ê ya Amedê berdewam kirin, li Pirsûs, Stenbol, êrîşên cuda û êrîşa şeva hinê ya li dîlokê jî pêk hatin.  

‘Pêvajoyek bi organîze hat meşandin’

Îlke Işîk diyar kir ku pêvajoyek bi organîze hatiye meşandin û destnîşan kir ku ji roja ewîl ve ji bo edalet pêk were têkoşînê didin meşandin û wiha pê de çû: “Ji destpêkê ve bi nêzîkatiyên dozger ev pêvajo hat meşandin. Ev nêzikatî nehat guhertin. Vê komkujiyê weke komkujiya DAIŞ’ê bi nav kirin, gotin DAIŞ’ê pêk aniye. Hinek ji wan DAIŞ’iyan dîtin. Hinek ji wan jî nedîtin, ji bo ku bibînin tu hewldanên wan çênebû.”

‘Dadgeh bi dewletê re tevdigere’

Îlke Işik, anî ziman ku di pêvajoya darizandinê de destûr ji çeteyên DAIŞ'ê re hat dayîn ku bi awayekî azad bigerin û komkujiyan pêk bînin û got ku dadgeh bi dewletê re hevpar tevdigere û rayedarek giştî jî nehatiye darizandin. Îlke Işik anî ziman ku ji walîtiyên Enqere û Dîlokê heta midûriyeta polîsan, ji rayedarên sînor bigre heta polîsên hêzên çewîk ên dema qetlîamê gaza rondikrêj bikar anîne û lîsteyek gelek berfireh a berpirsyariyan heye. Îlke Işik, anî ziman ku tevî raporên mufetîş jî tu doz nehatiye vekirin û belgeyên têkildarî çeteyên DAIŞ’ê nehatine girtin û wiha got: “Dosya bi delîl û belgeyan tije ye. Piştî salan dozger delîlên ku di nava edliyeyê de veşartibûn avêtin û çûn. Ger ev rewş li welatek cuda bihata jiyîn dê skandalek mezin çêbûbûya. Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê dosyayek e ku dozgerên lêpirsînê dosya û delîlan veşartine û dosyayên ku ji wir hatin girtin nîşan didin ku yek ji berpirsyarên qetlîamê 10 roj berê hatiye tesbîtkirin lê heta 7’ê Cotmehê telefona wî hatiye guhdarkirin lê nehatiye girtin. Ev delîlek şênber e lê dadgehek ku ji bo vê tiştek nekiriye û ji bo tiştek neke her di nav hewldanê de ye. Yanî daxwaza me ew e ku hemû berpirs û berpirsên giştî û siyasetmedar jî bê cudahî bên dadgehkirin.

'Hê jî xetera DAIŞ'ê heye'

Îlke Işik, diyar kir ku di dawiya dozê de bersûc ji sûcên li dijî mirovahiyê beraat bûne û diyar kir ku ev komkujî li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Îlke Işik, anî ziman ku xeteriya DAIŞ'ê ya li ser Tirkiye û cîhanê hê jî berdewam dike û got: "Ji bo girtina bersûcên li vir ger hewldana pêwîst neyê kirin, tu kes nikare temînatê bide ku bersûcên firar wê di her kêliyê de ji cîhekî dernekevin. Dadger di vê warî de yek ji erkên xwe yên bingehîn pêk neaniye. Ji ber vê yekê, erê, hê jî metirsiyek pir rast û pir zindî ya DAIŞ’ê heye. Em bi darizandinek ku vê yekê li ber çavan nagire re rû bi rû ne.”

Îlke Işik herî dawî got: “Her danişîn bi salonên dagirtî pêk hat. Di çapemeniyê de ev mijar germ rojevê de cih girt û berdewam kir. Muwekîlê me dikaribûn vê yekê bi her awayî veguherînin tekoşînek bêhempa. Dadgeh bi rastî bû dadgehek giştî. Delîlên li wir ji raya giştî re hatin eşkekirin. Têkoşîna malbatan li welat têkoşînek pir girîng e û edaletê afirandiye loma teqez dê rojek berpirsyar bên darizandin.”