Di sala 2024’an de 21 hezar doz li dewleta Tirk hatine vekirin

Li gorî rapora Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê, di sala 2024’an de 21 hezar û 631 kesan dijî Tirkiyeyê doz vekiriye.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê rapora xwe ya sala 2024’an weşand. Li gor parorê, li ser asta cîhanê 60 hezar kesan derbarê binpêkirina mafên xwe de doz vekirine.

Li gorî heman raporê di sala 2024’an de herî zêde dijî dewleta Tirk doz hatine vekirin û ew doz jî 21 hezar û 631’in.

Di rapora dadgehê de hate gotin ku piştî Tirkiyê herî zêde li dijî Rûsya û Ukraynayê doz hatine vekirin ku 8 hezar û 150 kes welatiyê Rûsî û 7 hezar û 700 kes jî welatiyên Ukraynayê ne.