Di rûniştina dawî ya konferansê de rapora jinên Tûnisî hat pêşkêşkirin
Tûnisê rapora xwe ya li ser atolyeyan di rûniştina dawî ya 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê de pêşkêş kir.

ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis – Koordînatora Tûnisî Îman Kehlawî rapora xwe ya li ser atolyeyên ku di konferansê de hatibûn amadekirin pêşkêş kir.
Îman Kehlawî teqez kir ku wê bi hevgirtineke berfireh ji neteweyên cuda yên beşdar di komxebatê de ku ji bo lêkolîna rewşa jinên gundî û karkeran hatiye terxankirin hîs kiriye û ji ber vê yekê gelek kêfxweş bûye.
Îman Kehlawî, dîroka pêşketina pêkhateyên çînî yên civakan ji komunîzma seretayî heta serdema kapîtalîzmê vegot û bi wê re îdiayên çînên serdest ên tevahiya dîrokê derxist holê.
Îman Kehlawî diyar kir ku ji bo azadkirina jinan û bidestxistina serxwebûn û wekheviya tam divê xebat bi hev re werin kirin.
Îman Kehlawî anî ziman ku pêwîst e qanûn û zagon bên aktîfkirin û qanûnên nû yên ku mafên jinên gundî, kedkar û bindest di nava civakê de dixin bin temînatê, bi dabînkirina kontrola tenduristiyê ya bêpere, veguhestinek bi ewle were aktîfkirin.