Li Rojava cejnek ku bi hezaran salan e tê pîrozkirin: Ekîto
Berpirsa Komeleya Çandî ya Suryan Boliyana Morîs Mlkî tekez kir ku Cejna Ekîto ne tenê pîrozkirina sala nû ye; di heman demê de vediguhere nîşaneya têkoşîna parastina nasnameya gelên Asûrî, Keldanî û Suryanî.
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Cejna Ekîto ku weke yek ji cejnên herî kevn ên cîhanê tê qebûlkirin, li xaka berhemdar a Mezopotamyayê destpê kir. Bi hezaran salan ji aliyê şaristaniyên cuda ve hate pîrozkirin û bi vî rengî gihîşt vê serdemê. Ev cejna ku tê wateya hatina biharê, geşbûna xwezayê û destpêkirina sala nû, bi taybetî ji bo civakên Asûrî, Suryanî û Keldanî nîşaneya nasnameyeke çandî ye. Têkildarî vê mijarê Berpirsa Komeleya Çandî ya Suryan Boliyana Morîs Mlkî ji ajansa me re nirxandin kir .
‘Ekîto sembola yekîtî û hêviyê ye ‘
Boliyana cejna Ekîto li hemû gelên Sûriyeyê, bi taybetî jî li civaka Xirîstiyan pîroz kir û piştrast kir ku Ekîto cejna nûjenkirin û destpêka jiyaneke nû ye. Wê diyar kir ku ji bo wan Ekîto ne tenê cejnek e, her wiha şahidiyek e ji bo hebûna nasname û çanda Suryanî, Asûrî û Babîlî û wiha got: “Ew vejîna mîrateya kevnar e ku wan ji bav û kalên xwe mîras girtiye, ku wan dihêle ku bijîn û nifşek bi dîrok, çand û şaristaniyeke dewlemend ava bikin. Lewma jî, Ekîto ji me re sembola yekîtî û hêviyê ye.”
‘Ekîto 6 hezar û 767 sal e tê pîrozkirin’
Boliyana destnîşan kir ku Ekîto yek ji kevintirîn cejnên dîrokê ye û wiha domand: “Îsal em vê cejnê di sala xwe ya 6 hezar û 767’an de pîroz dikin. Tevî hewldanên ji bo jêbirin, înkarkirin û çewisandina gelê Xiristiyan, ew bi awayekî giyanî heta roja îro bi hev ve girêdayî ne û berdewam dikin ku wê pîroz bikin. Ji ber hedefgirtina cihên pîroz li Sûriyeyê, me wekî gelê Suryanî hemû çalakiyên xwe rawestandin û li şûna wan, dua kirin. Lê belê, Ekîto rojek e ku çand û hebûna me piştrast dike û ji ber vê yekê em her sal tevî êş û komkujiyên ku bi giştî li Sûriyeyê diqewimin, pîroz dikin.”
‘Jin di vejandina çand û dîroka gelê Suryan de rolekî bingehîn dilîze ‘
Boliyana balkişand ser rola jinên Suryan di zindîkirina çand û şaristaniya gelê xwe de û vê rola girîng wiha anî ziman: “Jin di vejandina çand û dîroka gelê Suryan de, bi taybetî di dema cejna Ekîto de, roleke girîng û bingehîn dilîzin. Amadekariyên pîrozbahiyê, ji cilên gelêrî û komên govendê bigre heya stranên gelêrî û şanoyê, bi giranî li ser jinan bûn. Ji ber ku jin xwediya dîroka rast, afirîneriya çandî û pêşxistina şaristaniyê ye, lewma ji bo zindîkirina wê erkekî bingehîn digre ser milên xwe. “
‘Piştî Şoreşa Rojava, hebûna çand û nasnama Xirîstiyanî dîsa hat piştrastkirin’
Boliyana ragihand ku berî sala 2011’an, Ekîto pîroz dikirin, lê pîrozbahiyên wan bi piranî bi dua û pratîkên din ve sînordar bûne, ku ew fêr bûne. Boliyana destnîşan kir ku lê belê piştî Şoreşa Rojava, hebûna çand û nasnameya Xirîstiyanî ji nû ve hatiye piştrastkirin û wiha got: “Cejna Ekîto li Rojava bi taybetî li cihên ku şêniyên Suryan û Asûrî lê gelek in, hem xwedî wateyeke çandî hem jî ya olî ye. Beriya Şoreşa Rojava di dema rejîma Baasê de cejn di bin kontrola giran de dihate pîrozkirin û gelek caran dihate qedexekirin. Lê belê piştî sala 2012'an Rêveberiya Xweser pirojeyek pejirand ku piştgiriyê dide azadiya çandî ya Suryanî, Kurd, Ereb û gelên din. Civaka Suryanî û Asûrî ya li herêmê di herikîna dîrokê de timî li zext û koçberiyê rast hat, lê piştî Şoreşa Rojava (2012) bû xwedî wê derfetê ku cejna xwe bi rengekî azad pîroz bikin. Her wiha Kurd, Ereb û Tirkmen jî tevlî van pîrozbahiyan bûn û piştgirî dan me. Ekîto bû cejna hevgirtin û yekîtiya pêkhateyên herêmê .”
Boliyana di dawiya axaftina xwe de got ku pîrozbahiya Ekîto rêyek e ku wêneyê rastîn a gelê Xirîstiyan nîşan dide û wiha got: “Ev, dîrok û çanda me ye. Ne mîna kêmneteweyek, lê wekî pêkhateyek kevnar a ku bi hezaran salan jiyaye, em amade ne.”