Di roja 558’emîn de ji bo wezîrê dadê peyam hat dayîn
Malbata Şenyaşar di Nobeta Edaletê de ye Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê ku hat serdana Rihayê etîket kir, wiha got: "Pirsgirêka herî mezin a Rihayê zilma li ber edliyeyê didome ye."

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 558’emîn de ye. Malbatê ji ber ku edliye di dawiya hefteyê de girtî ye, çalakiya xwe di mala xwe ya li Pirsûsê de domand.
Malbatê li ser hesabê xwe ya medayaya civakî Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ê îro ji bo têkiliyan li Rihayê ye etîket kir û ev parve kir: “Ma Wezîrê Dadê di dawiyê de qîrîna edaletê ya dayika we ya edaletê bihîst? Pirsgirêka herî mezin a Rihayê zilma li ber edliyeyê didome ye @bybekirbozdag daxwaza me edalet e.”