Di rapora Komîteya Jinan a konferansê de nebûna mafên jinan li Tûnisê hat destnîşankirin

Di rapora li ser rewşa jinan a Tûnisê ya di hemû qadan de ku di 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê de hat pêşkêşkirin de, hat destnîşan kirin ku karkerên jin di bin barê îstîsmara dualî ya zayendî û aborî de mexdûr dibin.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis – Komîteya Jinan Letîfa Tamelah di 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê de raporek pêşkêş kir û tê de pirsgirêkên ku jinên Tûnisî pê re rû bi rû dimînin eşkere kir.

Di dawiya roja pêncemîn a 3’yemîn Koferansa Jinan a Cîhanê de ku di 4’ê Îlonê de li Tûnisê dest pê kir û duh 9’ê Îlonê bi dawî bû, raporek têkildarî pirsgirêkên jinên Tûnisî hat pêşkêşkirin.

Di rapora ku di konferansê de hat pêşkêşkirin de wiha hat gotin: “Emperyalîzma globalbûyî, li ser hin destkeftiyên tevgera têkoşîna jinan a li welatên kapîtalîst, bi taybetî di salên şêstî û heftêyî yên sedsala borî de, gelek tezên derew der barê azadiya jinan de di bin pergala kapîtalîst a globalbûyî de derdixe pêş lê ev tez bi eşkera têk diçe li nîv-koloniyên ku tê de ji aliyê şîrketên pirneteweyî ve û bi hevkariya sermayeya komprador a van welatan ku çavkanî û çavkaniyên wan ên xwezayî tên talankirin, bi tunebûna hema hema tam a mafên civakî, sivîl, siyasî û aborî yên jinan bi îstismareke hovane û tund re rû bi rû dimîne û Tûnis jî yek ji van welatan e. Gelek mijar û warên girêdayî pirsgirêka aborî hene, ku pêwîstî bi jiholêrakirina wê heye. Cudabûna mûçeyan di navbera jin û mêran de yek ji diyardeyên herî diyar ên rewşa felaket a jinan e. Lêkolînên fermî destnîşan dikin ku dahata karkerên jin di dezgehên pîşesazî de li gorî mêran kêm e, ji ber ku ew li gorî dahata mêran ji sedî 84,4 e, ku ferqa mûçeyên di navbera zayendan de digihêje ji sedî 14,6. Divê jinên Tûnisî salek û 37 rojan bixebitin da ku dahata wan bibe weke ya mêran a salane, tevî ku jin xwedî bawernameyên xwendina bilind in.

Jin bingeha gelek sektorên pîşesaziyê ne

Jin li Tûnisê li cihê kar rastî êrîşa zayendî tên. Karkerên jin di bin barê îstîsmara dualî ya zayendî û aborî de mexdûr dibin. Hin kardêr ji karkerên jin dixwain ku cilên ku laşê wan tê de xuya dike li xwe bikin. Jin li Tûnisê bingeha gelek sektorên pîşesaziyê temsîl dikin, lê tevî vê yekê ew ji şert û mercên xebatê yên ku tê de tiştên bingehîn jî ne berdest in, êşê dikişînin, ji ber ku piraniya girêbestên wan ên kar ji bo demên kurt in û ji 3 mehan derbas nakin. Karkerên jin ên di kargehan de ne xwediyê alavên parastinê ne ku wan ji qezayên kar diparêze.

Jinên karker ji mafên xwe yên bingehîn ên mirovî bêpar in

Di warê çandiniyê de, tevî beşdariya milîtan a jinên gundî, ku di hin rewşan de ji ya mêran zêdetir e, lê dîsa rastî gelek zehmetiyan û cudakariyê tên û ji mafên xwe yên bingehîn ên mirovî bêpar in. Ji sedî 47 ji jinên kedkarên çandiniyê bi peyatî diçin ciyên xwe yên kar, ji ber ku mûçeyên ku distînin têra hemû lêçûnên wan nake, ji ber vê yekê nikarin bi siyareyên kire biçin ciyên xwe yên kar û bi peyatî diçin her çend cîhê kar dûr be yan jî şert û mercên avhewayê ji ber guhertinên avhewayê dijwar be jî. Zêdetirî ji sedî 37 ji karkerên jin ên di çandiniyê de dixebitin bi kamyonên piçûk ku li Tûnisê ji ber gelek qezayên ku diqewimin bi wan re "kamyonên mirinê" têne binav kirin diçin ciyên karê xwe, ku salane zêdetirî 30 karker jiyana xwe ji dest didin ji berk u ev kamyon bi eslê xwe kamyon in ku ji bo veguheztina heywanan hatine çêkirin ne ji bo mirovan in.

Di şert û mercên bêparastin de dixebitin

Karkerên jin ên di çandiniyê de dixebitin bêyî girêbestên kar dixebitin û karê wan bi gelemperî demsalî ye, jin zêdetirî 10 demjimêran di rojê de dixebitin bêyî ku heftane bêhna xwe bidin an jî amûrên herî hêsan ên parastinê ji wan re peyda bikin. Her wiha jin ji mêran kêmtir mûçe distînin. Jin di karên çandiniyê de di şert û mercên ku piraniya hêmanên parastinê kêm in de dixebitin û bi gelemperî di bin bandorên avhewa yên wekî serma, baran û germê de ne, ji ber vê yekê gelek ji wan nexweş dikevin. Tevî hemû ruhê têkoşîn, fedekarî û berxwedaniya jinê di warên cuda yên aborî de, çi pîşesazî û çi çandinî, civak bi rêya avakerên baviksalarî israr dike ku rola jinan biçûk binirxîne û bê qîmet bike.

Jin rastî her cure tundiyê tên û sûcdar bê ceza dimînin

Jin li Tûnisê rastî gelek diyardeyên civakî tên ku di şideta madî, şîdeta manewî û tundiya devkî de tên temsîlkirin. Amarên fermî diyar dikin ku navendên telefonê yên ku ji bo raporkirina bûyerên şîdeta li dijî jinan hatine veqetandin di sala 2019’an de zêdetirî 15 hezar haletên raporkirî wergirtine, û hejmara bûyerên raporkirinê di salên piştre de ji sedî 77 zêde bûye. Tiştê balkêş di vê statîstîkê de ne tenê mezinbûna hejmarê ye, ji ber ku di dema analîzkirina jimareyan de diyar bû ku mal cihê herî zêde ye ku ev bûyerên tundiyê, ku carinan digihêje kuştinê, tê de pêk hatine. Divê hişmendiya jinan bê bilindkirin.

 Jin û siyaset... hevsengiya dûrî rastiyê

Serhildana Tûnisê ya di navbera 17'ê Kanûna 2010'an û 14'ê Çileya 2011'an de ji bo jinan hêviyek mezintir bû ku ne tenê di civaka sivîl de, di heman demê de bi tevlibûna partiyên siyasî yan jî di hilbijartinan de beşdarî jiyana siyasî bibin. Tevlibûna jinan a siyasî beşeke bingehîn a pêvajoya reforma siyasî ye. Piraniya partiyan tenê jin di propagandaya xwe ya hilbijartinê de weke karteke siyasî bi kar tînin bêyî ku di pêvajoya siyasî de xwedî roleke girîng bin. Jin li Tûnisê, li gorî welatên din ên Ereb, bi riya sîstemeke qanûnî ya ku bi awayekî teorîk hewl daye jinan bi gelek mafên siyasî û takekesî bi hêz bike, xwedî gelek îmtiyazan in. Di destûra 2022’an de mafê jinan ji bo namzediya astên siyasî yên cuda hat erêkirin lê di asta pratîkî de ev qanûn bi bandor nebûn û rola jinan bi sînor ma. Hin qanûn hê jî jinan biçûk dixin û wan dikin rewşeke nebaş, wek qanûnên girêdayî mîrasê. Ji ber vê yekê em ji bo wekheviyeke tam û bi bandor di navbera jin û mêran de di her warî de çi aborî, çi civakî û çi siyasî be têdikoşin.”