Di panêla duyemîn de jî polîtîqayên dagirkeriyê û tûndiya li ser jinê hat nîqaşkirin
Şêwira jinên Kurd di panela duyemîn de bi nirxandinên li ser mijarên êrîşên dagirkerêyê û tundiya li ser jinê dewam dike.

Silêmanî – Şêwira Jinên Kurd a bi dirûşma “Qirkirina jinan bi dawî bikin” li Silêmanî bi axiftina panelîstên panela duyem berdewam dike. Panela dûyemîn a şêwirê bi moderatoriya Sazyan Şehîd Talib tê rêvebirin. Di panela dûyemîn a şêwira jinên Kurd de panelîst Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî ya Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd mijara di bin dagirkeriyê de rewşa jinan û panelîst Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî Îbrahîm jî mijara di roja me ya îro de rewşa jinên Ezidî nirxandin.
“Li heremên hatine dagirkirin jin tên qetilkirin”
Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî ya Başûrê Kurdistanê Evîn Siwîd dest nîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê têkoşînek mezin li hemberî hişmendiya mêr heye û wiha got: “Ez 8’ê Roja Jinên Cîhanê li hemû amadevanan pîroz dikim. Gelek zehmetiyên beriya Şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdîstanê hebû. Bi Şoreşaê re hemû jinan xwe rêxistin kirin. Ew yekîtî û hevgirtina jinan hişt ku gelek destkeftî çêbibin û bi pergala hevserokatiyê re rêxistina xwe hîn zêdetir mezin kirin. Dema ku em behsa Rojavayê Kurdistanê dikin, wisa xuya dike ku jinên Rojavayê Kurdistanê van destkeftiyan bi hêsanî bidest xistine. Lê têkoşînek bê hempa her roj tê meşandin ku hebûn û destkeftiyên jinan werin parastin. Zagonên jin ên hatin erêkirin li herema Cizîr, Efrîn û Kobanê him mafên jinan him jî mafê zarokan tê parastin. Nîqaşên gelek fireh hene ku ev zagon li tevahiya Bakûr û Rojhilatê Sûrî bên erêkirin.”
“Rewşa koçberiyê jî bandorek mezin li ser jiyana jinan kiriye”
Evîn Siwêd têkildarî mijara koçberiyê ya bandorek mezin li jinên Rojavayê Kurdistanê kiriye jî wiha anî ziman: “Bê guman jinên Rokavayê Kurdistanê weke hemû ernigariyan rewşa koçberî û şer di asta yekemîn de jiyan kir û ev yek bandora xwe herî zêde li ser jinan kir. Heke jin xwe bi tena xwe bihêle, ne di nav rêxistina jin de be û ji aliyê rêxistina jin de di hêla xwe parastinê de perwerde nebîne rastî tûndî û bê heqiyê tê. Gelek caran ev digihe asta ku jin vê rewşê qebûl neke û dawî li jiyana xwe bîne. Gelek caran jin ji aliyê mêr û feraseta ku hêza jinê qebûl nake rastî êrişan tê. Li Bakûr û Rojhilatê Sûrî di nav sê salan de 13 jin hatine kûştin, di nav sala 2021-2021 de 27 jin dawî li jiyana xwe anîne. Hemû pirsgirêkên di nav civakê bandorek mezin li ser jinan dike. Li Rojavayê Kurdistanê malên jin hene. Jin bi şeklekî fedakarî kar û xebat dikin ji bo çareserkirina pirsgirêka jinan. Ya herî girîng perwerdekirina jin û mêr e di çareserkirina pirsgirêkê ye. Li heremên hatine dagirkirin de rewşa tûndiya li ser jinê pir giran e. Li Efrînê ku bi sedan peykerên xwedavendan lê hatine dîtin, dewleta Tirk bi tecawiz, kûştin û zewaca bi darê zorê tûngdiyek pir mezin pêk tîne. Di sala 2020’an de li heremên dagirkirî 16 hatine kûştin, 48 jin hatine revandin; di sala 2021’an de 29 hatine qetilkirin 6 ji wan bi îşkenceyan hatine kûştin, 61 jin de hatine revandin. Îro siyaseta qirkirinê li ser jinên Kurd tê meşandin. Li hemberî vê jî divê hevgirtina jinan hêj bêhtir xûrt be, ji bo ev yek bibe bingehê siyaseta hevgirtî ya gelê Kurd.
“Jinên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin li Şengalê çek hilgirtine”
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî Îbrahîm behsa êrişên li ser Şengalê kir û da zanîn ku di hemû êrişan de yên herî zêde bi tûndiyê re rû bi rû dimînin jinên Êzidî ne. Sabîha Sabrî wiha berdewam kir: “Weke jinên Êzidî em ji 74 fermanan derbas bûne. Di nav van de yên herî zêde bedel dane jinên Êzidî ne. Îro li Şengalê piştî fermana ku 2014’e hat jiyîn herî zêde yê li ser tade hat kirin, di kafesan de hat şewitandin, ji bo nekeve destê DAIŞ’ê xwe ji zinaran de avêt jinên Êzidî bû. Heta roja me ya îro jî çarenûsa bi hezaran jinên Êzidî ne diyar e. Bê guman me jî weke jinên Êzidî hêz û morala xwe ji jinên Rojava girtiye di vê têkoşînê de. Bi rastî jî ger em bêjin jinên Êzidî ji bin zextê derketine na. Jin ji siyasetê hatine dûrkirin, ji mafên jiyanê hatine dûrxistin. Dixwazin di şexsê jinên Êzidî de civakê tûne bikin. Îro li Şengalê jinên ku ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin çek girtine û parastina jinên Êzidî û Şengalê dikin.”
Sabîha Sebrî Îbrahîm destnîşan kir ku aiqlê mêr serwer bi êrişên xwe yê li ser jinê dixwaze civakê tûne bike û wiha domand: “Jinên Êzidî êdî li hemberî siyaseta heyî ya li ser Şengalê serî hildane. Ji bo me ax û şerefa me Şengal e. Heqîqeta 74 fermanan emê bikaribin li Şengalê bînin ser ziman. Cihê ferman û qirkirin lê çêbûyî Şengal e. Îro jina Êzidî li hemberî pergala baviksalar serî hildaye. Ji ber ku heya roja me ya îro me xwe li benda zilam hêlaye, lê dît ku ji bilî wê tu kes wê naparêze. Lewra TAJÊ ava kir û xwe birêxistin kir. Pêwiste ev şêwir nebe şêwira dawî. Em weke jinên Êzidî hazir in ji vê re. Ji bo em bikaribin pirsgirêka hemû jinan bînin ser ziman û li hemberî vê têbikoşin. Dijminên me dixwaze di şexsê jinê de civakê tûne bike. Lewra yên ku li hemberî vê divê têbikoşe di serî de jin e.”