Di nobeta edaletê de roja 546’emîn

Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di roja 546’emîn de didome.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 546’emîn de berdewam dike. Dayik kurê xwe di serê sibê ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê derketin û hatin pêşiya Edliyeya Rihayê.

Malbat di “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” de bi dowîza “Berdin bila edalet pêk were, zilma 546 roj e didome bila bi dawî bibe” bi “Pêşengeha Edaletê” ku ji wêneyên di Nobeta Edaletê de hatine kişandin pêk tê nobet da destpêkirin.  

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Êdî destên xwe yên li ser darazê bikêşin da ku edalet pêk were! Ev zilma 546 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê, bila bi dawî bibe.”