Di nav wêraniya Xezayê de bi gîtara xwe hêviyê belav dike

Hunermenda Xezayî Rola Dalloul bi deng, gîtara xwe di nava kavilan û wêrankirina bajarê xwe de hewl dide hêviya jiyanê careke din zindî bike.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Di nav dengê top û mûşekan de ku nêzî du salan e li bajarê Xezayê tê bihîstin, dengê Rola Dalloul û gîtara wê li seranserê Zîvala Xezayê ya wêranbûyî deng vedide. Ji zarok û jinan re hêviyê pêşkêş dike û bi muzîkê hestên hêvî, şahî û evînê geş dike. Ew an ji navenda Reşad Şawa ya wêrankirî yan jî ji bin konek penaberiyê li sazê dide. Muzîk yek ji çalakî û rêbazên herî girîng ên piştgiriya derûnî di dema şer de ye. Bandoreke girîng li ser jinan dike ku hewce ye ji zextên jiyana xwe ya nû rizgar bibin.

Stranên gelêrî di civatan de dibêje

Hunermend Rola Dalloul dibêje ku ew pir bi stranên neteweyî û mîrateyî re eleqedar e. Bi taybetî stranên gelêrî yên weke "El-Mijana, Zareef Al-Tool, "Bektab Ism Ya Baladi, Lia Wa Lia û Yama Muwil Al-Hawa" û stranên din ên ku jin jê hez dikin. Rola Dalloul wiha axivî: "Hinek ji stranên hunermenda Lubnanî Feyrûz xwedî rîtmek in ku ji guhên guhdaran re xweş tên dibêjim. Di 9 saliya xwe de min dest bi fêrbûna muzîkê kir. Wê demê bi piyanoyê ve girêdayî bûm û ditirsiyam ku ez ê nikaribim fêrbûn û serdestiya wê bidomînim lê piştî salan, min ew astengî derbas kirin. Di heman demê de çavên min li ser gîtarê bûn, ji ber vê ez ji piyanoyê derbasî gîtarê bûm û vê yekê pir wexta min negirt."

Muzîk amûreke dermankirinê ye

Rola Dalloul bawer dike ku muzîk yek ji çalakî û rêbazên herî girîng ên piştgiriya derûnî ye di dema şer de û bandora wê li ser jinan çêdibe û wiha berdewamî da gotinên xwe: "Pêdiviya jinan bi muzîkê heye da ku zextên li ser jiyana wan hatine ferzkirin, derbas bikin. Civînên hunerî bi riya muzîkê dikarin bibin cureyek dermankirinê. Em hewl didin civînên xwe li peravê jî bikin lê ji ber hedefgirtinên ji aliyê hêzên Îsraîlê ve em ditirsin vê bikin. Şer gelek tiştên me yên giranbuha ji me girt. Her wiha hişt ku em bi pêlên koçberî, nexweşî, tirs û birçîbûnê re mijûl bibin. Ji ber vê hewcedarî bi muzîkê heye ku dilê westiyayî aram bike."

Rola Dalloul li parkên giştî û li ser kavilên deverên wêranbûyî weke Navenda Reshad Shawa ku berê ronahiyek jiyana çandî li Zîvala Xezayê bû, saz dike. Her wiha li peravê û li kampên penaberan jî saz dike. Ji bo jin û jinên ciwan li Zîvala Xezayê hêviyê dide. Ew her wiha di rûniştinên giran de dersan dide kesên ku dixwazin fêrî hunerê bibin.

Gîtar û rexneyên civakê

Rola Dalloul ji nava çend amûrên muzîkê li gîtarê dide, ji ber ku ev amûr xwedî melodiyên şad e. Rola Dalloul tekez kir ku bajarê Xezayê ne hewceyî melodiyên xemgîn e, ji ber vê wê berê xwe da vê cureyê muzîkê ku şahî, tevger û enerjiya erênî serdest e. Rola Dalloul wiha got: “Heta ku ez stranên dilsoz pêşkêş dikim û stranên welatparêz û kevneşopî dipejirînim, cih ji bo rexneyan nîn e. Ez piştevaniyê bi taybetî ji komên ciwan dibînim. Ev jî dihêle bi îsrar hunera xwe tevî hemû hewldanan bidomînim.”

Rola Dalloul niha bi hinek zehmetiyan re rûbirû ye. Ya herî girîng jî kêmbûna wesayîdan e ku ev yek rê li ber beşdarbûna wê ya gelek çalakiyan de li deverên cuda yên Zîvala Xezayê digre. Li gel vê yekê, birçîbûn jî heye. Dema ku ew bi lez û bez ji malê derdikeve bêyî ku xwarina xwe bixwe, tevahiya rojê bê xwarin dimîne, tenê ji ber ku li sûkan tiştek tune ye bikire yan bixwe.