Di nav 3 rojan de 9 Belûcî hatin darvekirin
Li Îranê di nav 3 rojan de 9 Belûcî hatin darvekirin. Hat diyarkirin ku dê cezayê darvekirina 4 Belûciyên din jî pêk bê anîn.

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Îranê ku bi darvekirinan her tim di rojevê de ye, dîsa biryara darvekirina gelek kesan da. Herî dawî Belûcî 9 hatin darvekirin. Di nav yên hatine darvekirin de çalakgerên olî jî hene. Abdulhakim Azim Gergich û Abdulrahman Gergich ku bi hinceta ‘serhildanê’ ceza girtine, di nav kesên hatine darvekirin de ne. Navê kesên din ên îro hatine darvekirin wiha ne: Amir Ahmad Sanaei, Gholamreza Ghashad, Sajjad Brahoui, Younes Kurd, Esmail Dehmardeh, Ehsan Bamri, Yasin Bamri.
Li gor nûçeyek din a di Ajansa Nûçeyan a Haalvshê de cîh digre, di 11’ê Nîsanê de derbarê 4 Belûcên din de jî cezayê darvekirinê hatiye dayîn. Tê gotin ku ev 4 kes ji bo ku cezayê wan pêk bê, sewqî Girtîgeha Navendî ya Zahedanê hatine kirin.