Di mirina bi guman a Yasmîn Ezîz de îfadeya du mêran nehat girtin!
Yasmîn Azîz a ku piştî li Rihayê di encama madeya şewatê de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneya ku hat rakirin 34 rojan têkoşîna jiyanê da, du roj berê jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku îfadeya 2 mêrên di roja birîndarbûna Yasmîn Ezîz de li malê bûne nehatiye girtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha – Her çiqas li Tirkiyeyê hem di mirina bi guman de hem jî qetlîamên jinan de zêdebûneke cidî heye jî wekî “întihar” dikeve qeydan. Yasmîn Ezîz a 23 salî ku zarokek wê hebû, di 7'ê Kanûna 2021'ê de li Taxa Baglarbaşi ya Navenda Halîliye ya Rihayê, piştî bi zilamê ku pê re zewicî re nîqaş kir û bi madeya şewatê bi giranî birîndar bû, 10’ê Çileyê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Mirina Yasmîn Ezîz a ku 34 rojan di beşa lênihêrîna giran de hat dermankirin, di medyaya giştî de wekî "întihar" derbas bû. Der barê roja bûyerê ku Yasmîn Ezîz bi giranî birîndar bû de gumanên cidî hene.
Hin parçeyên bedena wê şandin Edeneyê
Cenazeyê Yasmîn Ezîz a ku piştî bi hevjînê xwe re nîqaş kir bi giranî birîndar bû, piştî li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da radestî malbata wê hat kirin. Li gorî agahiyên ku me di rapora otopsiyê de bi dest xistin, hin parçeyên bedena wê ji bo lêkolînê şandin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. Di raporê de tê gotin ku ji ber şewata giran jiyana xwe ji dest daye lê wekî din tu agahiyên din nayên dayîn.
Cîranên wê îdiayên 'întihar” derewandin
Cîranên wê bawer nakin ku Yasmîn Ezîz întihar kiriye. Cîranek Yasmîn Ezîz bi gotinên; “Kî dikare bi vî awayî întihar bike? Madeya şewatê ji ku derê dît, çawa peyda kir. Ev rewş bi guman e” bal kişand ser hevjîn û xezûrê Yasmîn Ezîz.
Hat hînbûn ku di lêpirsîna der barê bûyerê hat destpêkirin de îfadeyê hevjîn û xezûrê Yasmîn Ezîz ku wê demê li malê bûn, hê jî nehatine girtin.