“Di meha Tebaxê de li Sûriye herî kêm 13 zarok hatine qetilkirin”

Rêxistina Save the Children bi daxuyaniyekê ragihand ku tenê di meha Tebaxê de di êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 40 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina sivîl Save the Children ku navenda wê li Îngilterê ye, doh derbarê qetlîamên zarokan ên di êrîşên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de raporek weşand. Li gorî raporê, di navbera 1-24’ê Tebaxê de di êrîşên balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) yên li dijî bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de 40 zarokên ku hatin tesbît kirin, hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku 16'ê Tebaxê li bejahiya Kobanê zarokek, 19'ê Tebaxê li bajarokê El Babê di êrîşekê de ya li bazarekê 6 zarok û heman rojê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa droneyan de 4 zarokên keç hatin qetilkirin, 11 jî birîndar bûn.

Rêxistina civakî ya sivîl her wiha diyar kir ku 24'ê Tebaxê li Til Rifetê di êrîşê de 2 zarok birîndar bûn.

Rêxistinê got, "Liv û tevgereke hîn zêdetir a leşkerî bi rîsk e ku bibe sedem, bi hezaran zarok û malbatên wan ji cih û warê xwe bibin, wan bê stargeh, bêxwarin û bêewlehiyê bihêle."

Dîrektorê Destwerdana Demkî ya Sûriyeyê ya Save the Children Beat Roh got, "Li hemberî zêdebûna tudniya ku nîşan dide zarok hîn li Sûriyeyê ne ewle ne, em ketin nava tirs û fikaran. Divê zarok nekevin nava fikaran ku li malê, li marketê yan jî di dema lîstinê de êrîş lê neyê kirin. 12 sal piştî destpêkirina şer, rewşa ku zarokên li bakurê Sûriyeyê pê re rû bi rû ne, ev rastî ye."

Bohr ji bo parastina zarokan a ji şer bang kir.