Di meha Nîsanê de 31 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
Li Tirkiyê di meha Nîsanê de 31 jin û 3 zarok hatin qetilkirin û 12 jin û zarokek jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan – Dema li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan bi daneyên her meh tên weşandin derdikeve holê, li gorî çeteleya Jinnewsê ya meha nîsanê, 31 jin û 3 zarok hatine kuştin û 12 jin û zarokek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Di meha nîsanê ya ku daxistina reftarên baş û bêcezatiyê ji kiryaran re hat sepandin de, hewildanên qetilkirina gelek jin û zarokan hatin jî hat jiyan kirin. 2 jin ji aliyê mêrên ku bi destûr ji girtîgehê derketine, 16 jin ji aliyê mêrên ku wan re zewicandîbûne, 4 jin ji aliyê mêrên ku dev ji hev berdane, 4 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 2 jin ji aliyê mêrên ku wan nas nedikirin ve, 2 jin ji aliyê mêrên ku wan nas kirine ve, yek ji aliyê mêrê ku biryara wî ya dûrxistinê hebûye ve û yek jê jî ji aliyê hevalê xwe ve hatiye kuştin. Kiryarek jinekê nahat zanîn û yê yekê jî hîna nehatiye dîtin.
Rêjeyên bajaran
Li gorî daneyan li Stenbolê 7, li Edenê 2, li Îzmîrê 2, li Elezîzê 2, li Erziromê yek, li Balikesîrê yek, li Aydinê yek, li Sînopê yek, li Sakaryayê yek, li Burdurê yek, li Çorumê yek, li Gîresunê yek, li Şirnexê yek, li Trabzonê yek, li Boluyê yek, li Dîrokê yek, li Tekîrdagê yek, li Osmaniyê yek, li Muglayê jî yek bi giştî 31 jin hatin qetilkirin.
KCDP’ê: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ku daneyên meha Nîsanê weşand ev agahî da: “Li Tirkiyeyê 12 sal in têkoşîna rawestandina kuştina jinan berdewam dike. Wek platform, ji sala 2010’an û vir ve ku me hewcedarî tespît kir, em daneyên kuştina jinan ji raya giştî re eşkere dikin. Wezareta Karên Hundir jî li şûna ku diyar bike ka çend jin, çima, çawa û ji aliyê kê ve hatine qetilkirin, bi gotina daneyên cînayetên jinan xelet tê amede kirin, rastiyan berovajî dike. Erka dewletê ye ku bi eşkerê kirina cînayetên jinan û mirinên jinan a bi guman, ji bo rawestandina cînayetên jinan çareseriyên berbiçav derbase jiyane bike. Ji bo pêkanîna vê erkê jî, seferberkirina hemû wezaret û mekanîzmayên pêwendîdar em ê têkoşîna xwe bidomînin.”