Di meha Gulanê de herî kêm 32 jin bi destê mêran hatin qetilkirin
Di meha gulanê de li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê 32 jin ji ber derbarê jiyanê de biryaran girtin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Li gorî bîlançoya ku Bianetê ji rojname, malper û ajansên herêmî û neteweyî kom kiriye; mêran, di meha Gulanê de herî kêm 32 jin û 6 zarok qetil kirine û li dijî 4 jinan êrişa zayendî pêkanîne.
Li gorî daneyan herî kêm 64 jinan rastî tundiyê hatine, herî kêm 22 zarokên keç û xort rastî "îstîsmara zayendî" hatine û herî kêm 11 jin rastî "tacîzê" hatin. Rûxmê ku li ser wan biryara parastinê hebû jî, ji ber polîtîkayên bêcezatiyê ya heyî di meha Gulanê de 5 jin hatine qetilkirin.
Kiryar dîsa mêrên herî nêzî jinan bûn. Li gor daneyên hatine komkirin piraniya jinên hatine qetilkirin an biryara veqetandinê dane an jî di pêvajoya hevberdanê de ne. Her wiha li gor daneyên hatine tomarkirin mirina 21 jinan jî wek mirinên biguman hatiye qeydkirin.