Di meha Cotmehê de herî kêm 20 jin hatine kuştin
Li gorî Rapora Kuştinên Jinan a KCDP’ê ya Cotmeha 2026’an, li Tirkiyeyê herî kêm 20 jin hatine kuştin û 39 jin jî di şert û mercên gumanbar de mirine. Ji sedî 45’ê jinan li malên xwe hatine kuştin.
Navenda Nûçeyan – KCDP'ê, rapora xwe ya derbarê kuştina jinan a meha Cotmehê weşand û ragihand ku li Tirkiyeyê herî kêm 20 jin hatine kuştin û 39 jinên din jî di şert û mercên bi guman de jiyana xwe ji dest dane.
Rapor dibêje ku ji 20 jinên hatine kuştin, 5 ji aliyê mêrên xwe ve, 4 ji aliyê hevjînên xwe ve, 4 ji aliyê mêrên xwe yên berê ve, 2 ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 1 ji aliyê bavê xwe ve û 1 jî ji aliyê nasekî xwe ve hatine kuştin. Faîlên kuştina 3 jinan nehatine naskirin. Rapor tekez dike ku ji sedî 25’ê jinan ji aliyê mêrên xwe ve hatine kuştin.
Li gorî raporê, 9 jin li malên xwe, 3 jin li kolanan, 2 jin di wesayîtê de, 2 jin li cihên kar û 1 jin jî li qadeke bêhnvedanê hatine kuştin. Cihê kuştina 3 jinan nehatiye destnîşankirin.