Di meha Cotmehê de 48 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora KCDP’ê ya Cotmehê; 48 jin hatin qetilkirin, 23 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Platforma Em ê Cînayetên Jin Rawestînin (KCDP) di rapora meha Cotmehê de ragihand ku 48 jin hatine qetilkirin û 23 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hate ragihandin ku ji jinan 10 kes bi hinceta ku xwestine dest ji hevserê xwe berdin, li hevkirin, zewac û têkîlî red kirine, 3 ji ber ekonomîk, 3 xwekujî û 1 jî ji ber heqaretê hatine qetilkirin. Nehat tespîtkirin ku 31 jin jî bi kîjan hincetê hatine qetilkirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku heta neyê tespîtkirin ka jin ji aliyê kî ve hatine qetilkirin, darizandina adil neyê kirin, nepen û kujer ceza wernegirin, tedbîrên pêwîst neyên girtin wê asta tundiyê biguhere û dewam bike. Di raporê de hate destnîşankirin ku ji bo astengkirina cînayetên li hemberî jinan, wê têkoşîn bidome.