Di meha Adarê de li Îranê 2 zarok û 3 jin hatin qetilkirin, 3 jin jî hatin darve kirin

Di meha Adarê de li Îranê 2 zarok, 3 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 3 jin hatin darvekirin, jineke ku ji aliyê rayedarên dewletê ve hatibû binçavkirin jî bi awayekî qetilkirin hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Bingeha zêdebûna tundiya li ser jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, hişmendiya hikûmetkar û dewleta mêrane avadike. Kiryarên hikûmetê û qanûnên şerîetê yên ku hatine derxistin tundiya mêr teşwîq dike. Di wêneya tundiya li dijî jinan a di sala 2022’an de derket holê, polîs û rayedarên din ên hikûmetê zêdetir weke sûcdar cih girtine. Mirina gelek jinên bi guman jî wek “întîxar” hat qeyd kirin.

Tabloya tundiya li dijî jin û zarokan a li Îranê di meha Adarê de wiha ye:

* Di 6’ê Adarê de li Meşhedê 2 zarokên 16 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

*Di 7’ê Adarê de li Bîrcendê 2 jinên ku nasnameya wan nehat hînbûn ji ber sedemeke nediyar ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

* Di 9'ê Adarê de li bajarê Bandar Abbasê zarokê 12 salî ji aliyê birayê xwe yê mezin ve hat qetilkirin.

* Di 11’ê Adarê de li Rudbarê zarokê 7 salî ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.

* Di 11’ê Adarê de Seyda Emîna Ehmedî ji ber ku di dema xwe de sewqî nexweşxaneyê hat kirin, li Girtîgeha Sine jiyana xwe ji dest da. Sedema vê nehat eşkerekirin.

* Di 11’ê Adarê de li navçeya Helîlan a parêzgeha Îlamê zilamekî 32 salî hevjîna xwe bi îşkenceyê qetilkir.

* Di 15’ê Adarê de li Tahranê parêzerek li otoparka mala xwe ji aliyê mêrê xwe ve bi çekê hat qetilkirin.

* Di 16’ê Adarê de Nesrîn Niyazî (Nesîm) li Urmiyê ji aliyê dewleta Îranê ve ji ber sedemeke nediyar hat darve kirin.

* Di 24’ê Adarê de li Êzdê zilamekî hevjîna xwe bi îşkenceyê qetil kir.

* Cenazeyê Zahra Mekaîlî ya 19 salî ya ku di 30'ê Îlonê de li Tebrîzê di dema serhildanên gel de ji aliyê rayedarên dewletê ve hat revandin, di hefteya duyemîn a meha Adarê de li bajarê Bandar Abbasê di hewzek de hat dîtin.