Di lêpirsînê îşkenceya li dijî zarok de 3 polîs hat girtin

Ji 5 polîsên ku derbarê lêpirsîna îşkenceyê ya li Lîceyê li Y.D. ya 14 salî hatibû kirin de hatibûn binçavkirin, 3 ji wan hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Di 21’ê Adarê de roja Newrozê li Licê zaroka bi navê Y.D. ya 14 salî hat revandin û îşkence lê hat kirin.

Piştî ku zarok polîsên ku îşkence lê kirine tespît kir di çarçoveya lêpirsînê de 5 polîs ji aliyê dozgeriyê ve bi sûcên “kes ji azadiya wê bêpar hiştin û bi qestî birîndarkirin” hatin binçavkirin.

Dozgeriya Sûlhê ya Licê derbarê polîsên bi navê Îsmaîl Akkuş, Emre Ozcan û Gokhan Bay de bi sucdariya “Bi qestî birîndarkirin” biryara girtinê da.

Çocuğun kendisine işkence eden polisleri teşhis etmesinin ardından soruşturma kapsamında gözaltına alınan 5 polis, savcılık tarafından “kişiyi hürriyetinden yoksun bırakma ve kasten yaralama” suçlamalarıyla tutuklamaya sevk edildi. 2 polîsên din jî hatin berdan.