Di lêpirsîna ji ber îşkenceyê de 5 polîs ji peywirê hatin dûrxistin

Walîtiya Amedê aşkera kir ku di lêpirsîna îşkenceya ku li zarokê 14 salî Y.D. li Licêya Amedê hatibû kirin de yek jê komîser 5 polîsên îşkencekar ji peywirê hatine dûrxistin.

Navenda Nûçeyan- Walîtiya Amedê der barê polîsên ku li Licê îşkence li zarokê bi navê Y.D yê 14 salî kiribûn de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku der barê bûyerê de 5 polîs hatine binçavkirin û ji peywirê hatine dûrxistin û wiha hat gotin:

“Di 21’ê Adara 2023’an de zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî hatiye derbkirin, çûye nexweşxaneyeke navenda navçeyê û piştî tedawiya rojekê jî ji nexweşxaneyê derketiye. Serdozgeriya Komarê ya Licê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Di 25’ê adara 2023’yan de komîserek û 4 polîsên li Midûriyeta Emniyetê ya Licê dixebitîn hatin binçavkirin û piştre sewqî cihên pêwîst hatine kirin. Di heman demê de her 5 polîs ji peywirê hatine dûrxistin û der heqê wan de lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin. Bûyer, ji her alî ve tê lêkolînkirin.”