Di lehiyên Efganistan, Pakistan û Ummanê de hejmara miriyan zêde bû

Hejmara kesên ku di encama lehiyên ku ji ber barana zêde li Efganistan, Pakistan û Ummanê pêkhatin de jiyana xwe ji dest dan bû 123. Fikara zêdebûna hejmara miriyan heye.

Navenda Nûçeyan - Bilançoya lehiyên ku ji ber barana zêde ya bi rojan e li Efganistan, Umman û Pakistanê didome pêkhat, roj bi roj zêde dibe. Hejmara kesên ku ji ber barana zêde û lehiya ku ji hefteya borî ve Parwan, Uruzgan û Panjshîr jî  di nav de li 20 parêzgehên Efganîstanê bi bandor e, jiyana xwe ji dest dan bû 50.

Di lehiyên ku 36 kes birîndar bûn de, zêdetirê 200 dewar jî mirin. Di zêdetirê 600 mal, hezar û 950 donim zeviyên çandiniyê û rêya bi 75 kîlometre de xisar pêkhat û hate ragihandin ku ji bo 22 hezar û 851 malbatên ku ji lehiyê bandorbûne alîkarî hatiye dayîn û pêvajoya alîkariyê didome.

Di lehiya Pakistanê de hejmara miriyan bû 55

Li parêzgehên başûrê rojavayê Pakistanê jî di 3 rojên dawî de hejmara kesên ji ber barana zêde û ketina birûskê jiyana xwe ji dest dane zêde dibe. Rayedarên saziya Afetê, ragihandin ku hejmara kesên ji ber barana zêde û ketina birûskê ya li parêzgehên Pencab, Belûcistan û Hayber Pantunkhwayê jiyana xwe ji dest dane bû 55. Rayedaran, dan zanîn piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane ji cotkarên ku di dema çinîna genim de ji ber ketina birûskê pêkten. Di lehiya ku ji ber barana zêde pêkhatin de hejmarek zêde mal xisar dîtin û di binesaziyê de jî tehrîbatek zêde pêkhat.

Li Ummanê barana zêde veguherî lehiyê

Li welatê Kendavê Ummanê jî baranên zêde yên ku ji roja Yekşemê û vir ve dibare, veguherî lehî. Maskat, El Batîna ya Bakurê, El Batînaya Başur, Eş Şarkiye, Ez Zahire û Ed Dahiliye jî di nav de gelek herêm di bin avê de man. Di daxuyaniya Komîteya Rêveberiya Lezgîn a Neteweyî ya Ummanê de, hate diyarkirin ku ji ber barana zêde herî kêm 18 kes jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin 10 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, xwendekar in û ji wesayitê ketine.