Di lehiya Brezîlyayê de 107 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Brezîlyayê hejmara kesên ku di encama barana zêde ya bû sedema lehiyê de jiyana xwe ji dest dan bû 107, hejmara kesên ku winda bûne jî bû 136.

Navenda Nûçeyan – Li eyaleta Rio Grande do Sul ya dikeve başûrê Brezîlyayê bîlançoya lehiyê ku ev hefteyeke ji ber barana zêde ya bi bandor giran dibe. li gor daxuyaniya Parastina Sîvîlan a girêdayî eyaletê; hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 107, hejmara windayan jî bûye 136.

374 birîndar jî li nexweşxaneyan tên dermankirin, hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê bênavber dewam dikin. Li gorî nûçeyên medyaya herêmî heta niha jî xizmetguzariya elektrîk û înternetê ji hezaran kesî re nayê dayîn û tê texmînkirin ku hejmara miriyan hîn zêdetir bibe.

‘Rewşa karesatê’ hat îlankirin

Waliyê Rio Grande do Sulê Eduardo Leîte di daxuyaniya xwe ya 3'ê Gulanê de diyar kiribû ku hê jî herêmên ku nikarin xwe bigihînin hene û gotibû: "Em di rewşeke gelekî awarte de derbas dibin. Ev bûyer ne bûyerek krîtîk e, di dîroka eyaletê de bûyerek herî dijwar e.” Ji ber mezinahiya karesatê 180 roj "rewşa karesatê" hatibû ragihandin.